Abna/ Îmam Mûsa (a) li roja 7ê meha Seferê ya sala 128ê Qemerî hate dinyayê û piştî şehadetê bavê xwe, nêzikî 35 salan bû erkdarê îmametê û di berfireh bûna mearifên îslamî de roleke tesîrdar îfa kir ku di encamê de çendîn car hate girtin û zindanî kirin û herî dawî di 25ê meha Recebê ya sala 183yan di temenê 55 salîya xwe de bi fermana Harûnê Reşîd gihîşt şehadetê.
23 April 2017 - 15:34
News ID: 825499

Dorana Îmameta Îmam Kazim (a) yek ji girîngtirîn dewrên jiyannameya Îmaman e. Ji tevgerên fikrî û eqîdetî yên di vê doranê de hinek gihane lûtkeyê û hinek teze welidîne û hawira zêhnî ji nakokîyan tijî bûye û bûne alavê destê hêzdaran û afeta hişyarîya îslamî û sîyasî ya xelkê û meydan li alemdarên qada mearifên resen ên îslamî û li xwedîyên banga elewî teng kirine.