AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Abna
şemî

13 gulan 2017

21:31:15
829613

Ayetullah Cewadî Amûlî: Bawerîya bi zihûra muncî bawerîyeke bingehîn a olan teva ye / Eqlê mirovan li serdema zihûrê dikemile

Merceyê qedrbilindê Şîeyan Ayetullah Cewadî Amûlî got: Li serdema zihûrê qesidîna mirov bi bal Xwedê ve qesidîneke aqilane ye û di wê serdemê de eqlê mirovan kamil dibe.

Li gorî ragihandina Ajansa Nûçeyan a Abnayê, Ayetullah Cewadî Amûlî di axiftina xwe ya li destpêka merasîma konferansa 13`hemîn a navneteweyî ya doktrina mehdewîyetê, amaje bi mijara vê konferansê kir û diyar kir: Mijara îsal a konferansa doktrina mehdewîyetê, “Di olên îbrahîmî de prensiba zihûrê” ye.

Wî, wiha gotina xwe domand: Karê herî girîng ê lêkolînerekî ev e ku bizanibe çi dibêje. Lewra bizava zihûra hezretê Mehdî (a.f) mijareke cîhanî ye û ol hemî li benda zihûra/hilatina muncîyekî û xelasgerekî ne.

Merceyê Şîeyan lê zêde kir: Îmamê Zeman (a.f) xelîfeyê Xwedê û Qasidê Wî yê li ser rûyê erdê ye belam ev xîlafet ji xîlafetên din ên ji rêzê cuda ye. Xwedê divê bi rêya ulûhîyetê bê nasîn. Îmam Zeman (a.f) Xwedê bi rêya ulûhîyetê dinase.

Ayetullah Cewadî Amûlî, li gel îşareta bi melaîke û firêşteyan îzhar kir: Heger firêşte di astekî de bûna ku îmkana wan ya elimîna navên îlahî hebûya, dê Xwedê ev nav hînî wan kiriba lêbelê firêşte ne di vî astî de bûn. Wicûda Îmam Mehdî (a.f) divê pergala kewnê tev bigre destê xwe û wê binase da ku bigihîne armancê.

Wî, gotina xwe berdewam kir û got: Îmamê Zeman (a.f) tevaya îlm û zanyarîyan bi rêya îlma şihûdî fêr bûye û hemî van meseleyan dizane. Dua kirin û sedeqe dayîn ji bo Îmamê Zeman (a.f) ji erkên me yên fermî ye.

Memosteyê bijarte yê Hewzeya Îlmî ya Qumê, lê zêde kir: Mirov heta tevhîdê nenase nikare Resûlê Ekrem (s) binase û bêyî nasîna Pêxember (s), îmkana nasîna îmêm nîne. Îmam Sadiq (s) li ser babeta erk û wezîfeya Şîeyan di heyama xeybetê de ji hogirekî xwe re got: erka wan ev e ku divê li dûyî nasîna Xwedê û Resûlê Ekrem bin.

Ayetullah Cewadî Amûlî ameje bi pêwistîya nasîna tewhîdê kir û diyar kir: Heya ku em tewhîdê nenasin em nikarin Resûlê Ekrem (s) binasin û bêyî nasîne Pêxember (s) em nikarin Îmêm binasin.

Wî, wiha dirêjayî da gotinê: Heya beşdarîya gel nebe, dad û adalet li civakê belav nabe. Hezretê Îbrahîm rojhilatanavîn ji şîrk û îlhadê rizgar kir. Vî Pêxemberê îlahî ji bo îslahkirina civakê ji Xwedê xwast ku hinek bibin alîkarê wî. Civak bi mucîzeyê nayê îslahkirin û bêyî hizûr û beşdarîya gel, îslaha civakê ne pêkan e.

Merceyê teqlîdê yê Şiîyan lê zêde kir: Hetanî ku gel bakil nebin li qadê hazir nabin. Erka me di nîqaşên kelamî û teolojîk de ev e ku nasîna Xwedê û Qasidê Wî û her wiha nasîna welîyê Wî li hewza û zanîngehê wek bernameya dersê bixin rewacê.

Ayetullah Cewadî Amûlî, ameje bi taybetîyên mirovî kir û diyar kir: Mirov li ser esasê îradeya xwe tev digere lê heywan li gorî meyla xwe tev digere; kesê ku li gorî meyla xwe tev digere negihiştiye asta mirovatîyê.

Wî, lê dewam kir û got: Di serdema zihûrê de meyla mirovî ber bi Xwedê ve meyleke aqilane ye û eqlê gel di wê serdemê de dikemile. Quran û Necu-l Belaxe li havzeyê mehcûr maye û kesek dikare dersên giştî yên hewzeyê bixwîne bêyî ku Quranê bixwîne.

Merceyê granqedr lê zêde kir: Hewze wê demê dibe hewzeya înqilabî ku tê de Nehcu-l Belaxe elewî be û qedra wê hebe. Ev kitêb xweyî mîrateyeke gewre ye. Pêxemberan dikarîn bi rêya mucîzeyan gel hîhayet bikin lê divê gel bi vîyan û îradeye xwe bidin dûyî rêya hîdayetê.

Wî, her wiha got: Me înqilab kir ku em bibin mubellîx û dîn azad bikin. Encama herî girîng a Xedîrê ev bû ku nehişt dîn bibe dîlê Seqîfê; Seqîfe ji bo dîl girtina dîn û Xedîr ji bo azad kirina dîn hatin pê. Mirovên ku dil hebin vî dînî bipejrênin divê li pîya bin. Îmamê Zeman (a.f) dizane ku gel stûnê olê ne.

Ayetullah Cewadî Amûlî, îşaretî rista gel di komelgeha dînî de kir û îzhar kir: Heke rêberekî baş hebe lê gel li sehneyê tinebe wê çaxê ti karek bi pêş ve naçe. Civaka ku hilberan û xebat lê tinebe civakeke raketî ye.

Wî her wiha got: Em ji zimanê farisî pir hezdikin lê ev ziman bi zimanê erebî re nayê qîyas kirin û di zimanê farisî de ji bo hin peyvên erebî bedîlê me nîne.

Ayetullah Cewadî got: Miletê ku berîya wî vala ye, xizan e û stûna paresîyên pişta wî raketî ye. Miletê ku feqîr be, dibe şalûs û çaplûs û miletekî wiha nabe têkoşer.

Merceyê teqlîdê yê Şîeyan diyar kir: Rêgeza zihûra muncî, xaleke hevbeş e di nava hemû olan de û xwezî lîderê dêra katolîk Papa jî, Îmam Mehdî (a.f) binasîya da ku wî ji bo konferansa doktrina mehdewîyetê peyama xwe bişanda.

Ayetullah Cewadî Amûlî, ameje bi hilberana berfireh a çekên kîmyewî li cîhana Rojavayê kir û destnîşan kir: Karxaneyên çêkirina çekan li welatên Rojavayê, bênavber dişixulin û butçeyên mezin li cîhanê xercî kirîna çekan tên kirin.

Wî li dawîya axiftina xwe de bi bîr xist: Ez teqdîr û spasîya xwe aresteyî hemû ew kesan dikim ku beşdarî konferansa doktrina mehdewîyetê bûn û meqale jê re hinartin. Û ji Xwedê dixwazim ku pergala me, rêberê me, hewzeyên îlmî û gelê me yê bi rûmet û xeyî kerem di sîbera înayeta Îmamê Zeman (a.f) de biparize.