Abna / Nûnerê dijberê şer yê Kongreya Amerîkayê di serdana xwe ya Îraqê de beşdarî merasîma meşa erbeînê bû û ji Necefê bi piyan çû Kerbelayê.
Sitî Cynthina McKinney ku 12 salan li Meclîsa Nûnerên Amerîkayê nûnertî kiriye, hat merasîma erbeîna huseynî. McKinney niha li zanîngeha Bengladeşê memoste ye û bi gotina wê, ji mêj ve di wê fikrê de bûye ku serdana Îraqê bike.
Sitî McKinney ameje bi êrişa Amerîkayê li dijî Îraqê dike ku wê demê nûnerê meclîsa eyaleta Georgia’yê bûye û li dijî êrişa rêveberîya Bosh ya ser Îraqê axeftin kirine; axeftinên ku wer xuya ye ji bo wê bê berdêl nebûne û ketiye ber êriş û rexneyên hevkarên xwe û bi îxaneta li welêt hatiye tewanbar kirin.