AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahar Tv
yekşem

6 gulan 2018

12:49:27
892274

Hunermenda jin a kurd li nav mizgefteke Kurdistanê pêşangehek li dar xist

Ev ji bo cara yekem e ku li tevahiya Iraq û Herêma Kurdistanê hunermendeke jin a kurd projeyeke pêşangehê ya hunerî li nav mizgeftê li dar dixe. Hunermenda kurd Şare Baban got, "Ger mizgeft cihekî civakî be, çima nebe cihê hunerê jî?" û kêfxweşiya xwe ji bo pêkhatina vê projeya xwe anî ziman

Li Herêma Kurdistanê di dema serdanên mizgeftan de her tim rastî tabloyên Qur'an Pîroz, hedîsên Hz. Muhammed, tabloyên îbadet û nimêjkaran tên lê vê carê jineke kurd bi projeyekê tabloyên xwe hunerî yê cuda li nav mizgefteke Hewlêrê nîşan dan.

Ev tabloyên hunerî, şêwekarî û fotografî ji aliyê jineke kurd a bi navê Şare Baban, ku ji xelkê Silêmaniyê, li nav Mizgefta Altûn a li bajarê Hewlêrê û bi beşdarbûna hinek meleyên olî hatin nîşandan.