AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahar TV
duşem

14 kewçêr 2019

6:57:36
982501

Rêberê giranqedir ê Inqilabê: Bi peyrewîya ji Imam Hisên (S) em himberî Amerîkayê ji ya xwe nayên xwarê

Rêberê giranqedir ê Inqilaba islamî bi gotina vê yekê ku gelê Îranê ligorî felsefeya hereketa Imam Hisên (S), sekinîna himberî bereya kufir, Sîyonîzm û Amerîkayê erka xwe dizane, pêgirî kir: Eva ku Îran himberî Amerîkayê ji gotina xwe nayê xwarê, ser wî esasî ye.

ABNA: Ligorî rapora malpera ragihandinê ya Nivîsgeha rêberê giranqedir ê Inqilaba islamî, hezretê Ayetullah Xaminêyî vê sibê di merasima kutabûna dewra xwendinê ya xwendekarên Zanîngeha Imam Hisên (S) de, rûmeta Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî li nav û derveyî welêt bi bîr xist û got: Amerîkîyan jî bi mirûzê xwe yê tirş himberî Sipaha Pasdarên Inqilabê, rûmeta wê bilindtir kirin.

Rêberê giranqedir ê Inqilaba islamî pêgirî ser teyarbûna bi hemî curên nermalav û hişkalavên hêz û şîyanê kir û meşa jibo pişkdarîya di merasima Erbeîna Imam Hisên (S) da yek ji mînakên hêza rastî bi nav kir û got: Birêketina bi milyonan kesî ber bi Kerbelayê ve bi merema pişkdarîya di merasima çillê Imam Hisên (S) de, careka din hêz û şîyana Islamê û Bereya Berxwedana Ismalî geş dike.

Wî meşa berfire ya misilmanan di roja Erbeînê de ku bi pişkdarîya welatîyên ji welatên curbicur û mezhebên curbicur ên islamî û heta hin dînên din bang û qêrîneke zelal û mêdyayî ya bêhempa li cîhana propagandê û cîhana qerebalix a mirovantîyê ya roja îro bi nav kir û got: Durişma wateyadar a ``Hisên me kom dike`` rastîyeke rast û tam e çinku Imam Hisên (S) ew kombûna berfire bi rê xistîye û bera her kesî daye serekanîya meinewîyet û azadîxwazîyê.

Hezretê Ayetullah Xaminêyî bi gotina vê yekê ku roja îro bereya kufir, Sîyonîzm û Amerîkayê bi mêtina xwîna gelan, şerûtî û karesatên din, zilmê li gelan dike, dîyar kir: Imam Hisên (S) cihanîna erkê ya sekinîna himberî zaliman û zilmê hegera serhildan û tevgera xwe radigihîne û Komara Islamî ya Îranê jî ser wî esasî, cihanîna wê erkê ser xwe ferz dizane û di her halî de yê wê cih bîne.

Rêberê giranqedir ê Inqilaba islamî herwiha got: Gelî ciwanan bizanibin ku fikr û mejîyê we yekem armanca êrişa dijmin e lewma, bi îmanê bi awayekî xurt himberî fêl û fendên dijminan bisekinin.

...........
340