Ayetullah Riza Remezanî Sekreterê Giştî yê Civata Cîhanî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ku li ser vexwendina komek ji misilmanên Venezuelayê serdana vî welatî kiribû, piştî nîvroya duşemiyê bi Nicolas Maduro serokomarê Venezuelayê re hevdîtin û gotûbêj kir.
Serokê Venezuelayê di destpêka vê hevdîtinê de tevî dilxweşiya xwe li hember serdana Ayetullah Remezanî bo Venezuelayê, peywendiyên Îran û Venezuelayê bi biratî, kûr û kevnar da zanîn.
Ayetullah Riza Remezanî, Sekreterê Giştî yê Civata Cîhanî ya Ehl-ul Beytê (s.x) jî peywendiyên Îran û Venezuelayê kûr û stratejîk da zanîn û ragihand: Îran amade ye ezmûn û destkeftên zanistî bi welatên din re parve bike. Em amade ne ku ezmûnên ku me di van salan de li Îranê di bin dorpêçan de bi dest xistine pêşkêşî Venezuelayê bikin.
