11 June 2024 - 07:12
Nêçîra balafira bêfirokevan a Hermis 900 a Rêjîma Siyonîst ji aliyê Hizbullaha Lubnanê + video

Balafira bêfirokevan a Hermis 900 a Rêjîma Siyonîst li başûrê Lubnanê hat xistin.

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA- Hizbullaha Lubnanê bi daxûyaniyekê ji xistina balafira keşfê ya hermis 900 a Rêjîma Siyonîst li esmanê başûrê Lubnanê ragihand.

Di daxuyaniya Hizbullahê de hatiye: Di berdewamiya şopandina liv û tevgerên dijmin ên li esmanê Lubnanê de, leşkerên me balefireke bêfirokevan a Hermes 900 ku bi mûşekan êrîşî herêmên başûrê Lubnanê kiribûn, dîtin û ji bo wê jî ketin kemînê. Di demeke nêzîk de, ew bi sîstema parastinê hate gulebarankirin û berî êrîşê hate xistin.

Di vê pêwendiyê de, artêşa siyonîst xistina balafira bêfirokevan a xwe li esmanê Lubnanê piştrast kir, ku pêncemîn firokeya bê firokevan e ji destpêka şer ve.

Artêşa Rejîma Siyonîst bal kişande ser vê yekê: Mûşekeke bejahî çend kêlîkek berê li esmanê Lubnanê li balafireke bêfirokevan a hêzên hewayî xist û ev firoke li nav axa Lubnanê ket.

Firokeya sîxuriyê ya Hermis 900 bi bihayê zêdetirî 10 milyon dolarî ye û yek ji firokeyên bêpîlot ên herî pêşketî yên hêzên hewayî yên Îsraîlê tê hesibandin. Ji ber hêza xwe ya bilind a firînê, ev bêfirokevan ji bo operasyonên keşif û sîxuriyê tê bikaranîn û heta niha gelek operasyon li zîvala Gazayê, başûrê Lubnan û Sûriyê pêk anîne.

Medyayên Siyonîstî jî ragihandin: Di dema ku em li ser girtina balefirên bêfirokevan ên Hizbullahê rastî zehmetiyan tên, Hizbullahê balafireke din a pêşkeftî ya me li esmanê Lubnanê xist xwarê.