Vê bombebaranê avahiyeke niştecihbûnê li derdora kompleksa Hezretî Qaim (S.X) li devera Dahiya ya Beyrûtê kir armanc.
Di encama vê êrîşa esmanî ya Îsraîlê de bi dehan welatiyên sivîl ku di nav wan de jin û zarok jî hebûn, şehîd û birîndar bûn, û bo dermankirinê bo nexweşxaneyên Dahiya li Beyrûtê hatin veguhestin.
Ajansa fermî ya nûçeyan a Lubnanê ragihand ku di encama bombebarana Îsraîlê ya ser navçeya Dahiya ya Beyrûtê de herî kêm 5 zarokên Lubnanî şehîd bûne.
Artêşa Siyonîst bi weşandina daxûyaniyekê îdia kir ku di vê bombebaranê de yek ji fermandarên payebilind ên Hizbullaha Lubnanê kiriye armanc.
Tora Duwazdeh a Îsraîlê îdia kir ku di bombebarana îro ya derdora Beyrûtê de fermandarê operasyonên leşkerî yên Hizbullaha Lubnanê Ebû Eqîl bûye armanc.


