16 October 2024 - 07:44
Nivîskarê Siyonîst: Qormeya Îsraîl wê bibe sedema hilweşandina vê rejîmê

Nivîskarê Siyonîst Gideon Levy got: Rejîma Israîlî di nava quretî û serbilindiyê de dijî û dixwaze Rojhilata Navîn biguherîne.

Levy destnîşan kir ku ev quretî û serbilindî wê ji bo sîyonîstan bibe sedema xwînrijandinê û ev avahîya qureyê wek ronahiyek e ku gelek serketinên xeyalî nîşan dide û ev xeyal wê bi hilweşînê ve bibe.

Rejîma Siyonîst ji 7`ê Cotmeha sala 2023`an va bi piştevaniya Amerîkayê dest bi şerekî wêranker li dijî rûniştvanên Zîvala Xezeyê kiriye. Di encama vî şerî de ji bilî wêraniyên mezin, 42 hezar û 175 filistînî -ku piraniya wan jin û zarok in- şehîd bûn, 98 hezar û 336 kes birîndar bûn û zêdetirî 10 hezar kes jî winda ne.

Tel Aviv tawanên xwe yên jenosîdê li dijî sivîlan li Xezayê didomîne, guh nade bangên Encumena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo rawestandina tavilê şer û fermanên Dîwana Dadweriya Navdewletî ji bo standina tedbîran ji bo nehiştina kiryarên jenosîdê û baştirkirina rewşa mirovî ya karesatbar li Xezayê. .