Got jî: îro dujmin li dû tehrîman in û di vê rewşê da divê gendelîya aborî bê rawestandin.
Mamosta Rostemî bihêzkirina aborî û berhemanîna li parêzgehê bingeha çareserkirina pirsgirêkên xelkê da zanîn û ragihand: Divê kêşeyên xelkê û pirsgirêkên debarê bi zêdekirina berhemanînê bên çareserkirin.
Besîc Hafiz Îrana Îslamî diparêze
Wî pîrozbahî li Hefteya Basê kir û ragihand: Besîcên gel di dema berevaniya pîroz de li pêşiya hemû welat rawestiyan û ev sînor parast.
Îmam îniyê ya Senendecê ragihand: Îro Besîc zemîna xizmetkirina gel, xweşî û geşepêdanê peyda kiriye ku ev yek cihê pesnê ye.
Mamosta Rostemî behsa hebûna Besîc di hemû waran de kir û got: Besîc di hemû xebatan de pêşeng e û bi durustî û ji dil xizmeta xelkê dike.
Îsraîl bi kiryarên xwe yên sûcdar mirovahiyê paşguh kir
Wî bi gotina vê yekê ku Rejîma zarokkuj a Îsraîlê hêlên sor red kiriye û mirovatiyê paşguh kiriye û destnîşan kir: Ji civaka navneteweyî tê xwestin ku dest ji kiryarên cinayetkar ên Rejîma Siyonîst berdin.
Îmam Cuma ya Senendeyê got jî: Derxistina fermana girtina Netanyahu ji aliyê dadgeha tawanên navnetewî ve karekî hêja û guncaw e.
Eşkere kir: Xwedayê mezin civaka mirovatiyê ji nîmetên xwe sûd wergirtiye û mala Kabeyê bi destê melaîketan wek navenda îbadet û qibleya misilmanan afirandiye, lewra divê hemû misilman ji bo razîbûna Xwedê gavan bavêjin û xwe ji guneh, dubendî û dijminatiyê dûr bixin.