22 November 2024 - 18:14
Derxistina biryara girtinê ya Netanyahu li dadgeha "Laheyê" karekî dirust bû

Senendec - Îmam îniyê ya Senendeyê got: Derxistina biryara girtina Netanyahu ji aliyê Dadgeha Cezayê ya Navdewletî karekî rast bû.

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA- Mamosta Faîq Rostemî li xutbeyên nimêja îniyê ya vê heftiyê li Senendecê got: Pêşîlêgirtina gendeliya aborî divê li ber çavan bê girtin ji ber ku dibe sedema pirsgirêkan bo civakê.

Got jî: îro dujmin li dû tehrîman in û di vê rewşê da divê gendelîya aborî bê rawestandin.

Mamosta Rostemî bihêzkirina aborî û berhemanîna li parêzgehê bingeha çareserkirina pirsgirêkên xelkê da zanîn û ragihand: Divê kêşeyên xelkê û pirsgirêkên debarê bi zêdekirina berhemanînê bên çareserkirin.

Besîc Hafiz Îrana Îslamî diparêze

Wî pîrozbahî li Hefteya Basê kir û ragihand: Besîcên gel di dema berevaniya pîroz de li pêşiya hemû welat rawestiyan û ev sînor parast.

Îmam îniyê ya Senendecê ragihand: Îro Besîc zemîna xizmetkirina gel, xweşî û geşepêdanê peyda kiriye ku ev yek cihê pesnê ye.

Mamosta Rostemî behsa hebûna Besîc di hemû waran de kir û got: Besîc di hemû xebatan de pêşeng e û bi durustî û ji dil xizmeta xelkê dike.

Îsraîl bi kiryarên xwe yên sûcdar mirovahiyê paşguh kir

Wî bi gotina vê yekê ku Rejîma zarokkuj a Îsraîlê hêlên sor red kiriye û mirovatiyê paşguh kiriye û destnîşan kir: Ji civaka navneteweyî tê xwestin ku dest ji kiryarên cinayetkar ên Rejîma Siyonîst berdin.

Îmam Cuma ya Senendeyê got jî: Derxistina fermana girtina Netanyahu ji aliyê dadgeha tawanên navnetewî ve karekî hêja û guncaw e.

Eşkere kir: Xwedayê mezin civaka mirovatiyê ji nîmetên xwe sûd wergirtiye û mala Kabeyê bi destê melaîketan wek navenda îbadet û qibleya misilmanan afirandiye, lewra divê hemû misilman ji bo razîbûna Xwedê gavan bavêjin û xwe ji guneh, dubendî û dijminatiyê dûr bixin.