24 November 2024 - 07:24
Rejîma Siyonîst rê li ber şandina du ji sê parên alîkariyên mirovî bo zîvala Xezzeyê girt.

Rejîma Siyonîst di heftiya derbasbûyî de rê li ber şandina du ji sê parên alîkariyên mirovî bo zîvala Xezeyê girt.

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ragihand ku Rejîma Siyonîst heftiya buhurî rê li ber şandina du sê alîkariyên mirovî bo Zîvala Xezeyê girtiye.

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric ragihand ku hêzên Îsraîlî di heftiya derbasbûyî de rê nedane ku ji sê parên 129 alîkariyên mirovî derbasî Zîvala Xezzeyê bibin.

Dujarîk di konfranseke rojnamevanî de tekez kir ku xelkê Filistînê li Xezeyê pêwîstiya wan bi stargehên guncaw ji bo parastina wan ji baran û sermayê bi nêzîkbûna demsala zivistanê bo zîvala Xezeyê heye.

Dujarric destnîşan kir: bi sedhezaran filistînî li zîvala Xezeyê aware bûne û ji ber dorpêça li bakurê Xezayê ne mimkun e dabînkirina hewcehiyên zêde yên wan.

................................

Dawiya peyamê