14 March 2025 - 18:10
Stêrka Barselonayê di meha pîroz a Remezanê de rojî digire û nimêj dike

Futbolîstê ciwan ê herî baş ê cîhanê "Lamîn Yamal" behsa kiryarên xwe yên di meha Remezanê de kir.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Ehl-ul Beytê (s.x)- ABNA- "Ez bi Îslamê bawer im, ji ber vê yekê rojiyê digirim" ev gotinên Stêrka Barselonayê Lamîne Yamal a 17 salî, derbarê rojiya meha Remezanê de ye.

Yamal ê bi nirxê 180 mîlyon Euroyî ye, duyemîn futbolîstê herî bi qîmet ê cîhanê û herî baş futbolîstê ciwan ê cîhanê tê dîtin.

Stêrka Barselonayê di lîstika şeva borî ya li hember Benfîkayê de bi zimanê rojî derket meydanê û bi golek balkêş û asîstekê karî bibe stêrka pêşbirkê.

Yamal dibêje ku di Remezanê de saet di 05.00'an de ji xewê radibe sihûrê dixwe û nimêja sibê dike.

Stêrka Îspanyolî dibêje, Barselona dê di meha Remezanê de piştgiriyeke tam pêşkêşî wî bike da ku di baştirîn şert û mercan de rojiyê bigire û bê pirsgirêk rahênanên xwe pêk bîne.

......................

Dawiya peyamê /

Your Comment

You are replying to: .
captcha