Ofîsa siyasî ya Ensarullahê wiha berdewam kir: Em tekezî li ser piştgiriya xwe ji Sûriyê re li hember êrişên Îsraîlê dikin.
Ofîsê tekez kir ku "hêzkirina hêzên dagîrker dibe ku li ser hinek sînoran nesekine, lê ji derveyî wan li welatên mayî yên herêmê belav bibe bi berdewamiya piştevaniya Amerîka û welatên rojava."
Li gorî rapora rojnameya Ma'ariv a Israîlî, artêşa Rejîma Siyonîst roja yekşemiyê bi çend kîlometran derbasî nav Golana Sûriyê bûn û navça leşkerî ya Cebel El-Şêx a Sûriyê piştî vekişîna artêşa Sûriyê ji vê navçê kontrol kirin.
___
Dawiya peyamê