Di nameya xwe de ku di medyaya herêmî de hatiye belavkirin, Ethem Barzanî ragihand ku ew gotinên Serokwezîrê Iraqê yên di bernameyeke televizyonî de li ser ‘tevgera Tirkiyeyê’ li nav axa Sûriyê teqdîr dike, lê tekezî li ser wê yekê kir ku giringiya ku ji bo serweriya xaka Sûriyeyê tê dayîn, divê ji xaka Iraqê re jî were dayîn.
Barzanî raste rast rexne li Sudanî kir û wiha got: “Gelo beriya ku hûn qala serweriya dewleteke cîran bikin, mane diviyabû hûn destpêkê behsa serweriya xaka Iraqê û Başûrê Kurdistanê-ku ew jî beşek ji Iraqê ye- bikin?”
Ethem Barzanî destnîşan kir ku zêdeyî 10 salin xaka Herêma Kurdistanê taybet pêrêzgehên Hewlêr û Dihokê şahidî ji hebûna artêşa Tirk re dikin.
Di dewama nameyê de Barzanî wiha anî ziman: “Beşek ji xaka Herêma Kurdistanê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye dagirkirin û dibe ku hin xizmetên ku li herêmên dagirkirî ji artêşa Tirk re tên dabînkirin ji bûdceya Iraq û Herêma Kurdistanê tê fînansekirin. Başe, gelo helwesta hikûmeta Iraqê ya li beramberî vê dagirkeriyê çiye? Ez dixwazin bi pirsim ku ev dagirkeriya ku bi salane berdewam dike, rewşek tê qebûlkirine? Bêdengiya hikûmeta Iraqê li hember hebûna artêşa Tirkiyê, dibe sedema sereke ya dubarebûna destwerdanên Tirkiyê ya li Sûriyê be. Qebûlkirina mayîna artêşa Tirk a li Iraqê û bêdengiya li hember wê, dibe çavkaniya motîvasyonê ya tiştên ku niha li ser xaka Sûriyeyê diqewimin be.”
Ethem Barzanî diyar kir ku siyaseta hikûmeta Iraqê ya li beramberî dagirkeriya Tirkiyê, li ser cesareta berfirehkirina destwerdanên leşkerî yên Tirkiyê li herêmê bi bandor bû.
Siyasetmedarê Kurd bi gotinek mezinan ên Kurdan wiha nameya xwe domand: “Kesek dema bi vemirandina agirê di mala xwe de mijûl be, ji ber hewara cîranê xwe neçûye kes wê sucdar nake.”
Ethem Barzanî daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku beriya bangên dijî destwerdanên derve bike, giraniyê bide ser çareserkirina pirsgirêkên navxweyî û wiha got: “Baştire ku em li ser çareserkirina pirsgirêkên welatê xwe bifikirin. Wê demê em dikarin ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re bibêjin ‘ji Sûriyê derkeve’.”
Siyasetmedarê Kurd Ethem Barzanî di dawiya nameya xwe de rêz û teqdîrên xwe ji bo Serokwezîrê Iraqê nîşan da û silav û rêzdariya xwe jî ragihand.