24 December 2024 - 06:41
Êrîşa mûşekî ya Yemenê ser Telavîvê û hin deverên din ên Filistîna dagîrkirî + vîdyo

Paytexta Rejîma Siyonîstî Keta ber armanca êrişa mûşekî ya hêzên çekdar ên Yemenê.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) - ABNA - Medyayên siyonîst danê sibê ragihandin ku di encama êrişên mûşekî yên Yemenê de li devera Telavîvê û çend deverên din li navenda Filistîna dagirbûyî dengê teqînên mezin hatin bihîstin.

Li Tel Aviv, Yafa, Rishon Lezion, Aşdod, Ramat Gan, Elled, Ramleh, Herzliya û Rahofut dengê gulebarana pergalên parastina hewayî hat bihîstin.

Di vê derbarê de artêşa Siyonîst bi daxuyaniyekê ragihand ku bi sedema avêtina mûşekekê ji Yemenê, sîrenên hişyariyê li Telavîvê hatine aktîvkirin.

Medyaya Îbranî jî nivîsand ku di êrîşa wan de nêzîkî 2 milyon siyonîstên îşxalker reviyane sitargehan û 20 dagirker jî birîndar bûne.

Her wiha tê gotin ku Balafirgeha Ben Gurion a Tel Avîvê jî ji geştên hatinî û derketinê re girtî ye.

Dawiya peyamê/