25 December 2024 - 08:12
Elî Fetlawî: Wê Heşda Şebî neyê hilweşandin

  Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x)-ABNA  -Ji serkirdeyên Hevpeymaniya Fetih, Elî Fetlawî diyarkir ku, hewldanên ji bo hilweşandina Heşda Şebî xewna dijminên Iraqê ye û wê ti carî pêk neyê.

Ji serkirdeyên Hevpeymaniya Fetih, Elî Fetlawî di derbarê hewldan û îdiayên li ser hilweşandina hêzên Heşda Şebî ji medyaya Iraqê re axivî.


Elî Fetlawî da zanîn ku her hewldanek ji bo hilweşandina Heşda Şebî hebe wê bisernekeve û got: “Iraq nikare ji ber rûbirûbûna gefên navxweyî û derekî dest ji Heşda Şebî berde.”

Fetlawî diyarkir ku hilweşandina Heşda Şebî xewna dijminên Iraqê ye û wê ti carî pêkneyê.

Li gor medyaya Iraqê, tevî zextên navdewletî, Rêberê Olî yê Şieyên Iraqê Elî Sîstanî diyarkiriye ku ewê fetwaya ji bo hilweşandina Heşda Şebî nede