27 December 2024 - 19:24
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî  Wî êrişên Rejîma Siyonîst ser Yemenê nîgeran zanînirxand

"Antonio Guterres" sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li hember êrişên vê dawiyê yên Rêjîma Siyonîst ser firokexane, bender û santralên elektrîkê yên Yemenê bertek nîşan da û ew yek pir metirsîdar nirxand.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (S.X) - ABNA - Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres li hember êrişên vê dawiyê yên Rejîma Siyonîst ser firokexane, bender û santralên elektrîkê yên Yemenê bertek nîşan da û ew yek pir metirsîdar nirxand.

Di berdewamiya vê dilgiraniya xwe de got: Me dît ku di encama bombebarana firokexaneya Sana de yek ji karmendên dezgeha veguhestina asmanî ya mirovî ya Netewên Yekgirtî birîndar bûye.

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî di daxuyaniyekê de ku sibeha îro (7ê Çile) li ser malpera Netewên Yekgirtî hat belavkirin, tekez kir: Divê hertim rêz li yasayên navdewletî û yasayên mirovî bê girtin û hemû alî parastina welatiyan û jêrxana sivîl bikin. Divê personelên alîkariyê jî nebin hedef.

 Di daxuyaniyê de tekezî li ser wê yekê hat kirin, ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji ber metirsiya bilindbûna aloziyan li herêmê dilgiran e û careke din bang li hemû aliyên berpirs dike ku hemû çalakiyên leşkerî rawestînin û xwerêveberiya herî zêde bikin.

Artêşa Siyonîst roja Pêncşemiyê êrişên hovane ser baregehên sivîlan li Yemenê ji nav wan bendera Hudeyde û firokexaneya Sanayê pêk anî ku di encamê de 6 kes şehîd bûn û 40 kes jî birîndar bûn.

................................

Dawiya peyamê/