31 December 2024 - 08:41
Nurî Malikî: Nabe li ser hilweşandina Heşdî Şebî axaftin werin kirin

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Hevpeymana Dewleta Yasa Nurî Malikî ragihand ku ew destwerdanê di kar û barên Suriyeyê de nakin û got; “Bi ti awayî em qebûl nakin axaftin li ser hêzên Heşdî Şebî were kirin.”

Serokê Hevpeymana Dewleta Yasa Nurî Malikî derbarê rewşa Suriye û mijara hebûna hêzên Heşdî Şebî ya li Iraqê ji medya Iraqê re axivî.

Nurî Malikî da zanîn ku ew bi ti awayî destwerdanê di kar û barên navxweyî yên Suriyeyê de nakin û bi ti awayî ew razî nînin ku destwerdan di rewşa Suriyeyê de were kirin.

Derbarê hebûna hêzên Heşdî Şebî de jî Nurî Malikî got; “Heşdî Şebî saziyek fermiye û bi fermandariya giştî ya hêzên çekdarî ve girêdayiye. Ji bo vê em bi ti awayî qebûl nakin axaftin li ser hilweşandina Heşdî Şebî were kirin. Divê ji bo kontrolkirina çekan di destê dewletê de be, rêyek were dîtin.”