Li gorî nûçeya CNN Erebî, Tevgera Berxwedana Îslamî (Hamas) pankarteke mezin li pişt platforma ku tabûtên kuştiyên girtiyan tê de danîne, ku bi tîpên mezin bi sê zimanan Erebî, Îbranî û Îngilîzî nivîsîbû: "Ew ji aliyê tawankarê cengê Netanyahu û artêşa wî ya nazîst ve bi mûşekên firokeyên cengê yên Siyonîst hatin kuştin."
Li kêleka vê nivîsê, wêneyê Benyamin Netanyahu ku dişibe vampire û wêneyê 4 girtiyên ku di êrîşên esmanî yên Rejîma Îsraîlê ser Xezzeyê de hatine kuştin, hene.
Termên van çar kesan di nav wan de pîrek, jinek û du zarokên wê yên biçûk, ku di êrîşên esmanî yên Rêjîma Îsraîlî ser Xezzeyê de hatibûn kuştin, di çarçoveya qonaxa heftem a pevguhertina girtiyan li Xan Yûnisê, radestî nûnerên Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor hatin kirin.
Tûgayên El-Qassam, baskê leşkerî yê tevgera Hemasê jî di daxuyaniyekê de ku beriya radestkirina cenazeyên her 4 kesan ji nûnerên Xaça Sor re, tekez kir: "Me rêz li şehîdan û hestên malbatên wan di merasîma radestkirinê de girt, lê artêşa Israîlî heta ku ew sax bûn rêz li canê wan negirt."
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Me bi hemû hêza xwe jiyana girtiyan parast û bi awayekî mirovî bi wan re reftar kirin, lê artêşa dagirker bi bombebarankirina cihê girtiyan ew qetil kirin û bi derengxistina pevguhertina girtiyan bi tevahî berpirsyarê mirina wan e.
Daxuyaniya Tûgayên El-Qessam a ji bo malbatên girtiyên kuştî wiha ye: "Me tercîh dikir ku zarokên we bi saxî vegerin ba we, lê li şûna vegerandina wan, fermandarên artêşa we û hikûmeta we biryara kuştina wan dan." Bi van kesan re 17 hezar û 881 zarokên Filistînî jî di bomberdûmana sûc a li ser Şerîda Xezzeyê de kuştin. Hûn mexdûrê desthilatdarên ku xema gelê xwe nakin.
https://kmr.abna24.com/story/1528097
_____
Dawiya peyam/
