Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Iraqê (IWA), Parêzgariya Bexdayê di daxuyaniyekê de ragihand: Li ser biryara Encûmena Parêzgeha Bexdayê, parêzgar Ebdulmuttelib Elawî fermana girtina avahiya parêzgariyê û hemû saziyên girêdayî wê Yekşema bê da.
Daxuyaniyê wiha pê de çû: "Ev girtin weke nîşana rêzgirtin û pêzanîna Seyîd Hesen Nesrullah (Xuda jê razî be) di roja şînê de tê kirin, ji ber ku ev helkefta mezin pêwîstî bi amadebûna giştî ya berfireh û hevrêziya civakî bi vê bûyerê re heye."
Her wiha hêsankirina çûnûhatina welatiyan bi taybet kesên beşdarî merasîma cenaze dibin yek ji sedemên vê biryarê ye.
__________
Dawiya peyamê
