Li gorî vê raporê, teqîn li mizgevta Darul Ulom Heqqaniye li devera Nowşera rû daye.
Çavkaniyên han eşkere jî dikin ku di wê bûyerê de berpirsê xwendingehê Hemîdul Heq Heqanî kurê Meulana Samîul Heq bi giranî birîndar bûye.
Di vê bûyerê de heta niha 6 kes mirine û 20 kes jî birîndar bûne.
Rojnameya Times of India ragihand ku teqîna îro wek êrîşeke xwekujî xuya dike.
Heta niha ti kes û grûpekê berpirsatiya wê êrîşê negirtiye ser xwe.
................................
Dawiya peyamê/
