28 February 2025 - 16:31
Êrîşa xwekujî di dema nimêja Înîyê de li bakurê rojavayê Pakistanê

Li bajarê Noşehra yê Pakistanê di dema nimêja înê de êrîşkarekî xwekuj xwe teqand.

Li gorî nûçeya Ajansa Ehlî Beyt a Navneteweyî)- (ABNA- Medyaya Pakistanê ragihand ku di dema nimêja înê de li bajarê Nowşera li bakurê rojavayê welêt teqînek çêbû.

Li gorî vê raporê, teqîn li mizgevta Darul Ulom Heqqaniye li devera Nowşera rû daye.

Çavkaniyên han eşkere jî dikin ku di wê bûyerê de berpirsê xwendingehê Hemîdul Heq Heqanî kurê Meulana Samîul Heq bi giranî birîndar bûye.

Di vê bûyerê de heta niha 6 kes mirine û 20 kes jî birîndar bûne.

Rojnameya Times of India ragihand ku teqîna îro wek êrîşeke xwekujî xuya dike.

Heta niha ti kes û grûpekê berpirsatiya wê êrîşê negirtiye ser xwe.

................................

Dawiya peyamê/