Li gorî rapora ajansa nûçan a Ehl-ul Beytê (s.x)- ABNA -Medyayên Libnanî behsa gurbûna şer û pevçûnan li ser sînorên navbera Lubnan û Sûriyê û êrişên topxaneyî û mûşekan ên serhildêrên Sûriyê li ser bajarên sînorî yên vî welatî dikin.
Li gorî van çavkaniyan, artêşa Lubnanê alavên leşkerî û çekên giran ji aliyê Hermelê ve derbasî sînorê Sûriyê kirine.
Veguhastina kelûpelên serbazî piştî ku terorîstên Tehrîr el-Şam bi awayekî berfireh xwe li deverê bicih kirin û derbasî bajarokê Hoş el-Seyid Elî bûn, pêk hat.
Di heyama çend demjimêrên borî de, ji aliyê Tehrîr El-Şam ve, êrişên giran ên mûşekî û topxaneyî li vê navçê hatine encamdan û têrorîstên Colanî êrişeke bejayî ya berfire li ser axa Lubnanê pêk anîne. Di vê êrîşê de tank, kelûpel û top bi kar tînin.
Serokomarê Lubnanê Cozef Awin amaje bi aloziyên li ser sînorê Sûriyê jî kir û got: "Min fermana bersivdana gullebarana li vê deverê da."
Di heman demê de balafirên şer ên artêşa Îsraîlê jî herêma Rud El-Delfa ya li rojavayê Beqaayê bombebaran kirin.
Li gorî Tora El-Mayadîn, herêma di navbera bajarokên Midûn û Lûcî yên li rojavayê Bekaayê de di vê êrîşê de hatiye hedefgirtin.
................................
Dawiya peyamê
Tags
Sûrye Lubnan Cozef Awin Tehrîr el-Şam
Your Comment