18 March 2025 - 10:50
Siyasetmedarê payebilind ê siyonîst:Girtî û leşkerên Îsraîlî ji bo saxbûnê qerta Netanyahu ne / Divê em xwe ji wî rizgar bikin

Cîgirê berê yê serokerkanê artêşa Îsraîlê got: Netanyahu girtiyan û leşkerên Îsraîlî ji bo rizgariya xwe weke kartên lîstinê bi kar tîne.

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Alîkarê berê yê serokerkanê artêşê û yek ji rêberên gurûpa muxalîf a Rejîma Siyonîst êrişî Binyamîn Netanyahu serokwezîrê vî welatî kir û got: Netanyahu ji bo mayîna xwe girtiyan û eskerên siyonîst wek kartên lîstikê bi kar tîne û ji bo ku Rejîma îşxalker rizgar bike divê li nav axa vî welatî xwenîşandanên berfireh bên lidarxistin.

Yaîr Golan, cîgirê berê yê serokerkanê artêşê û rêberê gurûpa dijberiya Rejîma Siyonîst, roja sêşemiyê li halekî ku vê rejîmê dîsa êrişên xwe yên tund li zîvala Xezzeyê dest pê kir, got: Leşkerên li eniyên şer û girtî tenê kartên lîstika rizgariyê ya Netanyahu ne.

Wî her wiha got: Netanyahu ji ber tirsa me û xwenîşandanên ji kar dûrxistina serokê Ajansa Îstixbarat û Ewlekariya Îsraîlê (Şebak) alozî hejand û got: Netanyahu canê siyonîstan û leşkeran distîne.

Golan destnîşan kir: "Divê em nehêlin dîn bi ser bikeve."

Vî siyasetmedarê siyonîst got: Divê xwenîşandana (girseya siyonîstan li dijî siyasetên Netanyahu û kabîneya wî) bi hêrseke herî mezin dest pê bike da ku girtî, artêş û Israîl ji destê Netanyahûyê qirêj û metirsîdar rizgar bibin.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li zîvala Xezzeyê di amarên xwe yên herî dawî de ragihand ku piştî binpêkirina agirbestê ji aliyê Rêjîma Israîlî û destpêkirina gera nû ya êrişan, ji sibeha îro ve heta niha 342 filistînî şehîd bûne û bi dehan kes jî winda ne.

Li gorî vê raporê, di van êrişan de bi dehan kes jî birîndar bûne û tê pêşbînîkirin ku hejmara şehîd û birîndaran zêdetir bibe.

Li gor zanyariyên destpêkê piraniya şehîd û birîndarên vê tawana dijî mirovahiyê zarok û jin in.

Li Zîvala Xezzeyê ti herêm ji van êrîşan rizgar nebûye û Rejîma Îsraîlê malên niştecihan, dibistan, navendên penaberan û konên ku koçber bûne bi êrîşên dijwar hedef girtin.

Qesra Spî ragihand ku rejîma Îsraîlê beriya êrîşê bi rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump re şêwirî.

................................

Dawiya peyamê/

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha