Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) -ABNA -Toreya El-Mayadîn ragihand: Hejmara şehîdên êrişên berdewam ên Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezzeyê ji sibeha şemiyê heta niha gihîştiye 38 kesan.
Ev êrîş di heman demê de berdewam dikin ku deverên cûrbicûr ên Xezzeyê bûne armanca bombebaranên berfireh.
Al Cazîra jî çend xulek berî niha ragihandibû ku di encama êrişa firokeyên Îsraîlê de li ser malekê li rojhilatê bajarê Xan Yûnis li başûrê Zîvala Xezzeyê zarokek hat kuştin. Her wiha welatiyekî din ê Filistînî jî di encama êrîşa hewayî ya li ser malekê li taxa El-Cûnîna ya dikeve rojhilatê bajarê Refehê jiyana xwe ji dest da.
Ajansa Şahab a Filistînê piştrast kir ku Selah El-Berdawil endamê mekteba siyasî ya Hemasê li gel hevjîna xwe di bombebarana îşev a Îsraîlê de li rojavayê Xan Yûnisê şehîd bûye.
El-Berdewîl li herêma El-Newasî ya Xan Yûnisê dema ku di nimêja Tehecûdê de bi hevjîna xwe re di konê xwe de di secdeyê de bû, di êrîşa hewayî ya dijminên siyonîst de şehîd bû.
Tevgera Hemasê bi piştrastkirina şehadeta vî endamî, tekez kir ku xwîna vî şehîd, hevjîna wî û hemû şehîdan dê bibe sotemeniya şerê rizgariyê û vegera koçberan bo warên xwe û dijmin nikare îradeya me û sekna me lawaz bike.
................................
Dawiya peyamê /
Your Comment