Li gorî rapora ajansa nûçan a Ehlûl Beytê (s.x)- ABN- Çendîn demek berê çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku Joseph Ewn serokomarê Lubnanê li hevdîtina digel heyeteke amerîkî bi serokatiya Edward Gabriel, ji ber çavnebariya alîkariyên Waşîngtonê û li dijî îradeya gelê wî welatî, li ser bêçekkirina Hizbullahê axivî.
Di heman demê de ajansa nûçeyan a Brîtanî Reuters di raportekê de îdia kir ku Hizbullah ragihandiye ku ew amade ye bi serokê Lubnanê Joseph Aoun re li ser danîna çekên xwe biaxive, bi şertê ku “Îsraîl” bi temamî ji başûrê Lubnanê vekişe û dest ji binpêkirina xaka welat û kuştina kesayetiyan berde.
Şîrovekar û nivîskarê navdar ê Ereb Ebdulbarî Etwan di rojnameyeke elektronîkî ya Raî el-Yûm de sernivîsarek belav kir û tê de raporta nûçeyan a îdiakirî ya ajansa nûçeyan a îngilîzî ya Reutersê tehlîl kir û diyar kir ku di rewşa niha de van pirsan ne tenê hişê Lubnanê, belkî hemû cîhana erebî jî mijûl kiriye.
Şirovekarê Erebî nivîsî: Tiştê ecêb li ser van daxuyaniyan ew e ku hevdem e ligel serdana Morgan Ortagus nûnerê Amerîkayê bo Lubnanê. Di gera xwe ya Beyrûtê de ligel serokên Lubnanê Aoun, Nebîh Berrî û Newaf Selam, parlemento û serokwezîr civiya û tekezî li ser bêçekkirina Hizbullahê berî derketina Rêjîma Israîlî ji Libnanê kir. Xala duyem bi hevhatina wê bi nêzîkbûna roja danûstandinên "rasterast" ên Îran û Amerîkayê li Umanê ve girêdayî ye. Ev gotûbêjên (nerasterast) dê roja şemiya bê di navbera wezîrê karên derve yê Îranê Ebas Eraqçî û Steve Whittaker nûnerê Trump li Rojhilata Navîn de li ser nakokiyên navbera her du welatan, bernameya navokî û hwd.
Atwan diyar kir ku heta niha serkirdeyên Hizbullahê bersiva van daxuyaniyan nedane (pejirandin an jî red kirin) û Atwan di wê baweriyê de ye ku senaryoyên jêrîn mumkin in: Li ser îdiayên ajansa nûçeyan a Reutersê sekinîn, sê îhtîmal dikarin bên dîtin:
Yekem: Hizbullah ji aliyê saziyên hikûmeta Lubnanê ve tê zext kirin ku fermanên Amerîkayê qebûl bike û çekan ji niha ve deyne da ku rê li ber avadankirina Lubnanê, hatina alîkariyên darayî yên rojava û welatên erebî bigire û behaneya Rejîma Siyonîst ji bo berdewamiya dagirkirina axa Lubnanê ji holê rake.
Îhtîmala duyem jî ev e ku Îran ji bo rêgirtina li aloziyan û dûrxistina navçê ji zirara şerekî mezin û gefên Rejîma Siyonîst û Amerîkayê li Umanê bi Amerîkayê re muzakere dike û li gorî wê jî ji hevalbendê xwe yê sereke Hizbullah xwestiye ku hinekî nermiyê nîşan bide.
Îhtîmala sêyem jî ev e ku Hizbullahê ji ber êrişên Rejîma Siyonîstî tûşî xisarên leşkerî û siyasî yên mezin bûye û kes û serkirdeyên pilebilind ên xwe ji nav wan şehîd Seyîd Hesen Nesrullah ji dest dane û piştî rûxana dewleta Sûriyê jî piraniya hêlên gihandina xwe ji dest dane. Di van şert û mercan de tu rizgarî ji manoreke siyasî ya bi vî rengî ya bidestxistina demê nemaye û baştirîn amûr ji bo pêkanîna vê siyasetê ajansa nûçeyan a Reutersê ye.
Atwan di vê redaksiyonê de destnîşan kir ku ew bi xwe îhtîmala sêyemîn bihêztir dibîne. Ev tê wê wateyê ku Hizbullah ji bo ku dem bikire û zextên heyî kêm bike, destûr daye ajansa nûçeyan a navborî ku van îdîayan biweşîne.
Tiştê ku vê îhtîmalê xurtir dike, daxuyanî û şertên ku Hizbullah danî ne, di nav de amadebûna wê ji bo gotûbêjkirina paşeroja çekên xwe bi Aoun re, di heman demê de danîna çekan bi mercê vekişîna rêjîma Israîlî ji başûrê Lubnanê û rawestandina êrîşên wê yên rojane.
Rejîma Siyonîst ne tenê hewla bêçekkirina Hizbullahê dide, belkî dixwaze siyaset û çanda berxwedanê ji Lubnanê ji holê rake. Çawa ku di derbarê Hemasê û du milyon û nîv welatiyên Xezayê de heman niyeta wê heye, Serokê Amerîkayê Donald Trump jî behsa koçkirina bi darê zorê ya welatiyên Xezayê dike.
Hêjayî gotinê ye ku bêçekkirina Hizbullahê bi rêya diyalogê wê bi salan bidome û yekser nayê pêkanîn. Bi heman awayî, ji bo bidestxistina vê armancê serî li hêzê dide, tê wateya rûbirûbûna sêyeka gelê Lubnanê û wê bi salan kuştin û rijandina xwînê bi encam bibe. Ji aliyekî din ve, ev hemû ziyan dê ji bo vegera nişteciyên Israîlî bo Celîlê bin, ne ji bo berjewendiya Lubnanê, ewlehî û aramiya wê.
“Îsraîl” ku di heyama 3 mehan de zêdetirî 1500 caran rêkeftina agirbestê binpê kiriye, heta piştî çekdarkirina Hizbullahê jî, ti carî rêzê li ewlekarî, serwerî û yekparçeyiya xaka Lubnanê nagire û Sûriye jî baştirîn belge ji vê îdiayê re ye.
Ji bo Hizbullahê dest ji çekan tê wateya înkarkirina nasnameya wê ya dîrokî û hebûna wê û jinavbirina wê û teslîmkirina çeka vala ji bo Rejîma Siyonîst e. Ev qet ne mumkin e, bi taybetî ku em piştrast in ku ev partî her tim stratejiyên xwe yên berê di ber çavan re derbas dike û sererast dike, xeletiyên berê rast dike û rêveberên ciwan û nû hildibijêre.
Hîzbullah bi parastina reseniya xwe xwe nû dike. Her tim qîmetê dide mîrat û vîna rêberê xwe Seyîd Hesen Nasrallah û dê dilsozê rê û siyaseta wî be. Dê tu carî çekên xwe bernede û dest ji Filistînê bernede.
......................
Dawiya peyamê
Tags
Hizbullaha Lubnanê
Lubnan
Seyîd Hesen Nasrallah
Joseph Aoun
Your Comment