Li gorî rapora ajansa nûçan a Ehl-ul-Beytê (s.x)- ABNA Ebas Eraqçî wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê êvara îro (pêncşemê) bi Vladimîr Pûtîn serokomarê Rûsîyê re hevdîtin pêk anî û peyama nivîskî ya ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî pêşkêşî wî kir.
Di vê hevdîtinê de, Iraqçî nêrîn û helwestên Komara Îslamî ya Îranê li bara mijarên rojeva her du aliyan û pêşhatên navçeyî û navneteweyî şirove kir.
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn jî di vê hevdîtinê de silav û hêviya tendirustî û serkeftina Rêberê Şoreşa Îslamî kir û li ser girîngiya hevkariyên stratejîk ên Îran û Rûsyayê sekinî.
Wî got ku xurtkirina peywendiyên di navbera her du welatan de li gel hevkarî û hevahengiya li ser mijarên navçeyî û navneteweyî, dê di berjewendiya her du welatan de be û bibe alîkar ku aştî û aramiyê biparêze û bihêz bike.
Di vê hevdîtinê de ji bilî nirxandina peywendiyên dualî, mijarên navçeyî û metirsiyên heyî jî hatin gotûbêjkirin û pêşhatên herî dawî yên têkildarî muzakereyên Ukraynayê, mijara navokî û mijarên navneteweyî jî hatin nirxandin.
Naveroka nameya Rêberê Bilind a ji bo Serokê Rûsyayê
Eraqçî saetek beriya niha piştî giheştina Moskowê ji rojnamevanan re li ser naveroka nameya rêberê bilind ê Îranê bo Pûtîn axivî û got: Di vê nameyê de pêşhatên herî dawî yên cîhanî û rûdanên herêmê hene û behsa mijarên peywendiyên dualî jî tê kirin.
Wezîrê karên derve yê Îranê bal kişand ser yek ji mijarên ku bi rayedarên Rûs re hatine gotûbêjkirin û got: ev mijar bi pêvajoya muzakereyên bi Amerîkayê re li bara bernameya etomî ya Îranê ve girêdayî ye.
Got jî: ev sefer ji mêj ve bo gihandina peyama nivîskî ya Rêberê Giranqedr ê Şoreşê hatibû plan kirin. Ev geşt li gorî bûyerên dawî û danûstandinên nerasterast ên bi Dewletên Yekbûyî re tê kirin.
Eraqçî her wiha bal kişand ser vê yekê ku aliyê Îranê hertim bi dostên xwe yên li Rûsyayê re li ser mijara navokî ji nêz ve gotûbêj û şêwir kiriye. Niha demeke baş e ku em bi aliyên rûsî re vê yekê gotûbêj bikin.
Wî li ser giringiya îmzekirina Peymana Giştalî ya Hevkariya Stratejîk a di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Federasyona Rûsyayê de pêgirî kir û ew girîngtirîn nîşaneya hevkariyên her du welatan da zanîn.
Eraqçî her wiha bal kişand ser îradeya Komara Îslamî ya Îranê ji bo xurtkirin û berfirekirina peywendiyên dualî bi Rûsiyê re di hemû astan de.
................................
/Dawiya peyamê
Tags
îran
Rûsya
Rêberê Bilind
Vladimir Putin
Seyîd Ebas Eraqçî
Your Comment