29 April 2025 - 21:18
Operasyonên artêşa Tirkiyê li gundewarên Tetwan û Xîzanê li Bedlîsê

Piştî destpêkirina operasyoneke leşkerî ya berfireh ya artêşa Tirkiyê li gund û mêrgên navçeyên Tetwan û Xîzanê li parêzgeha Bedlîsê, hatin û çûyîna hin deveran hatiye qedexekirin û welatiyên herêmî dikevin ber kontrolên fizîkî.

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x)-EBNA-Artêşa Tirkiyê operasyoneke berfireh li gundewarên  navçeyên Tetwan û Hîzanê yên girêdayî parêzgeha Bedlîsê  daye destpêkirin û li hin gundan hatin û çûyîna bo mêrgan hatiye qedexekirin û rapor nîşan didin ku welatiyên li vê herêmê dikevin ber lêgerînên fizîkî.

Di operasyonên artêşa Tirkiyê li mêrgên Lerzikk, Mehir, Brîsor û Qeresûyê, ku hemû jî beşek ji gundê Şînê ne, teqîn çêbûn. Her wiha tê gotin ku li herêmên operasyonê liv û tevgerên leşkerî pir giran bûne û bi tevahî hatin û çûyîna welatiyan bo nav mêrgan  hatiye  rawestandin.

Serepeyv

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha