12 June 2025 - 12:00
Emerîka hişyarî da welatiyên xwe ku serdana Iraqê nekin

Wezareta Karên Derve ya Emerîkayê bi daxuyaniyekê hişyarî da welatiyên xwe ku ji ber rewşa ewlehiyê bi ti awayî serdana Iraqê nekin.

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x)— ABNA —Wezareta Karên Derve ya Emerîkayê bi daxuyaniyekê li ser tora medya dijîtal a X’ê belavkirî hişyarî da welatiyên xwe.

Wezaretê bang li welatiyên xwe kir ku ji ber rewşa ewlehî û ji bo selametiyê, bi ti awayî serdana Iraqê nekin. Her wiha ragihand ku ji ber zêdebûna teror, revandin, bêîstîqrarî û aloziyên li herêmê û xirabûna rewşa ewlehiyê, ji welatiyên daxwaz dikin ku neçin balafirgeha Bexdayê.

Di dewama daxuyaniyê de Wezareta Karên Derve ya Emerîkayê got: “Welatiyên me yên li Iraqê bi metirsî, revandin û girtinê re rû bi rû ne. Ji bo ewlehî û parastina we, em ji we dixwazin ku hûn serdana Iraqê nekin.”

‘Ji ber metirsiya ewlehî û gefên Îranê, balyozxaneya Emerîka ya li Bexda amadekariya valekirinê dike’

Çavkaniyên Iraqî û Emerîkayî eşkere kir ku li ser paşxaneya zêdebûna metirsiyên ewlehî û gefên Îranê yên hedefgirtina baregehên Emerîkayê yên li herêmê, balyozxaneya Emerîkayê ya li Bexdayê amadekariyên valakirina balyozxaneyê dike.

Berpirsekî ewlehî yê Iraqê û çavkaniyekî Emerîkayê îro ji Reuters’ê re got balyozxaneya Emerîkayê ya li Iraqê ji ber metirsiyên ewlehî yên zêde li herêmê amadekariyên valakirinê dike.

Wezîrê Parastinê yê Îranê Ezîz Nasir Zada duh ragihandibû ku ger şerek bi Washingtonê re destpê kir, wê Tehran baregehên Emerîkayê yên li herêmê bike armanca xwe.

Girêdayî mijarê çavkaniyekî Emerîkayî diyar kir ku çaverê ye Wezareta Karên Derve yê Emerîkayê proseya derketinek bi rêk û pêk ya balyozxaneya Emerîkayê ya li Bexdayê bike. Armanca ew e yek bi rêbazên bazirganî bê kirin, lê ger alîkar bê xwestin, artêşa Emerîkayê di amadekariyê de ye.

Serokê Emerîkayê Donald Trump jî diyar kiribû ku baweriya wî bi Îranê kêm e ku derxistina uranyumê rawestîne.

Li aliyekî din jî berpirsekî din ê Emerîkayê daxuyand ku tu guhertin di Baregeha El Edîd a hewayî ya li Qeterê de çênebûne, ku mezintirîn baregeha leşkerî ya Emerîkayê li Rojhilata Navîn e û tu fermanên derxistina karmendan an jî malbatên girêdayî balyozxaneyê li Qeterê nehatine dayîn, ew karê xwe bi awayekî normal dike.

Trump gefa hedefgirtina Îranê xwaribû ku ger tu lihevkirinên nukleerî çênebin.

Your Comment

You are replying to: .
captcha