14 June 2025 - 01:28
"Serokê Şoreşê di peyamekê de gelê Îranê re got: 'Hêzên çekdar ên rejîma riswa ya Sihyonîst dê bêhêvî û bêçare bihêlin.'"

"Serokê Şoreşê, bi tekîdê ku 'hêzên çekdar ên Îranê dê li rejîma Sihyonîst zirreyên giran bikarbînin', gotin: 'Gel û berpirsyarên Îranê piştgirî hêzên çekdar dikin û Komara Îslamî bi destûra Xwedê dê ser rejîma Sihyonîst biserkeve.'"

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x)— ABNA — Hezretê Ayetullah Xamineyî Rêberê mezin ê Şoreşa Îslamî îşev di peyameke televîzyonî da xitabî miletê Îranê teqez kir: Rejîma Siyonîst a qirêj û şerût çewtî û xeletiyeke mezin pêk anî ku dûhatên wê dê vê rejîmê bêçare bike. Bila gelê mezin ê Îranê piştrast be ku Hêzên Çekdar bi piştevaniya wî dê bi hêz û qawet bikeve tevgerê û derbeyên giran li vê rejîmê bide û ev rejîm dê ji vê şerûtiya mezin, sax û selamet dernekeve.

Rêberê mezin ê Şoreşa Îslamî di vê peyamê da tevî dayîna sersaxî û pîrozbahiyê bi boneya şehîdbûna hejmareke serdar û zanyaran, her wiha komeke welatiyên sivîl, teqez kir: Gelê Îranê dê çavê xwe li ser xwîna şehîdên xwe yên qedirgiran û destdirêjiya ser asimanê welêt negire.

Hezretê Ayetullah Xamineyî tevî amajeya bi dengê yekgirtî yê hemî berpirsan, aliyên cûrbicûr ên siyasî û çîn û qatên cûrbicûr ên welêt derbarê pêwîstiya pêngavrakirina bi hêz û qaet li hemberî pênaseya şerût, qirêj û terorîst a Rejîma Siyonîst, got: Îşalla bi hêz û îqtidarê jiyan ji bo wan tehl bibe û digel wan sersarî neyê kirin.

Rêberê mezin ê Şoreşa Îslamî her wiha got: Ew wisa difikirin ku wan lêda û her tişt temam bû. Wan ev kar dest pê kirin û şer li dar xistin; em ê rê nedine wan ku ji vê cinayeta mezin,  sax û selamet derkevin.

Rêberê mezin ê Şoreşa Îslamî tevî teqeziya li ser vê yekê ku Hêzên Çekdar teqez dê derbeyên giran li Rejîma Siyonîst bixin, got: Gel û berpirsên Îranê piştevanê Hêzên Çekdar in û Komara Îslamî bi îzna Xwedê dê li hember Rejîma Siyonîst bi ser keve.

Hezretê Ayetullah Xamineyî di dawiya peyama xwe da, xitabî gelê Îranê teqez kir: Piştrast bin ku di vî warî da dê ti kêmasî û qisûriyek neyê kirin.

Serepeyv

Your Comment

You are replying to: .
captcha