Nûçeyen kurdistanê
Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x)— ABNA —Rêberê Olî yê Îranê HZ.Îmam Elî Xamineyî ragihand ku DYA rasterast ket nav şer, ji ber ku hîs kir ku ger ew tevlî nebe, Rejîma sihyonistî dê bi tevahî were tunekirin.
Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî bi girtevideoyek derbarê şerê di navbera Îran û Îsraîlê de axivî.
HZ.Îmam Elî Xamineyî diyar kir ku ji ber êrişkirina li ser Îranê, Rejîma sihyonistî bi wêranbûnê re rûbirû ma û got: “Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê rasterast ket nav şer, ji ber ku hîs kir ku ger wiha neke, Rejîma sihyonistî dê bi tevahî were tunekirin.”
Rêberê Olî yê Îranê diyar kir ku gelekî nêzîkî 90 milyon kesî, yekparçe, yekgirtî, mil bi mil rawestiya û piştgirî da hêzên çekdar.
Hêjayî gotinêye ku şerê di navbera Rejîma sihyonistî û Îranê de 12 rojan dewam kir û bû sedema gelek qurbaniyan. Li gorî bîlançoya Wezareta Tenduristiyê ya Îranê belavkirî, di encama êrişên 12 rojan yên Rejîma sihyonistî de 627 kes li Îran û Rojhilatê Kurdistanê şehîd bona û 4 hezar û 870 kes jî birîndar bûne.
Your Comment