Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) – ABNA-Li gorî rapora Kurdpress`ê, çarçoweya hemahengî ya şîeyên Iraqê Nûrî Malikî wek berbijarê serokwezîriya Iraqê destnîşan kir.
Pêştir serokwezîrê niha û serokê hevpeymaniya avadankirin û geşepêdanê Mihemed Şîa El-Sûdanî ji bo Nûrî Malikî serokê Îtîlafa Dewleta Yasa bibe serokwezîr dest ji kar berda.
Tê zanîn ku Nûrî Malikî di navbera salên 2006 û 2014an de serokwezîrê Iraqê bû; Ev dewre bi sedema dagîrkirina hevdem a Iraqê û bidawîhatina hebûna leşkerî ya Amerîkayê di sala 2011`an û êrîşa terorîstên DAIŞ`ê di sala 2014`an de, yek ji qonaxên aloz li Iraqê tê hejmartin.
............
Dawiya Peyam/
Servîsa Iraq û Herêma Kurdistanê - Ajansa fermî ya nûçeyan a Iraqê ragihand ku Nûrî Malikî wekî namzedê dawî yê serokwezîrê Iraqê hatiye hilbijartin.
Your Comment