25 January 2026 - 18:59
Brezîlyayê hilweşandina ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Qudsa Rojhilat ji aliyê Îsraîlê ve şermezar kir

Hikûmeta Brezîlyayê daxuyaniyek weşand û hilweşandina baregeha Ajansa Alîkarî û Kar a Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) li Qudsa Rojhilat bi fermana rayedarên Îsraîlê şermezar kir û wekî binpêkirineke eşkere ya hiqûqa navneteweyî û erkên Îsraîlê yên li hember Neteweyên Yekbûyî bi nav kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Ehlê Beytê (s.x) - ABNA - dewleta Brezîlyayê bi rêya wezareta karên derve ya vî welatî, wêrankirina baregehên Rêxistina Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî bo Penaberên Filistînî li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) li Qudsa Rojhilat ku bi fermana rayedarên Îsraîlî hatiye kirin, bi tundî şermezar kir. Li gorî hiqûqa navneteweyî ev herêm wekî beşek ji Filistînê tê hesibandin.

Binpêkirina eşkere ya hiqûqa navneteweyî û erkên Neteweyên Yekbûyî

Wezareta karên derve ya Brezîlyayê di daxûyaniyekê de ragihand: Kiryarên ku dibin sedema ziyana navendên UNRWA li nav axa Filistînê ya dagîrbûyî, nimûneyeke eşkere ya binpêkirina yasayên navneteweyî ye, ji wan yasayên mirovî yên navneteweyî û peymana netewên yekbûyî ya li ser îmtiyaz û parêzbendiyan. Ev kiryara her wiha bi nêrînên Dîwana Edaletê ya Navdewletî ya di 19ê Tîrmeha 2024an de derbarê kiryarên Îsraîlê yên li Xaka Filistînê ya Dagirbûyî û Qudsa Rojhilat jî di nav de ye û herwiha bi nêrîna 22ê Cotmeha 2025an a derbarê erkên Îsraîlê yên li hember Neteweyên Yekbûyî û aktorên din ên li van herêman nakok in.

Li gorî vê raporê, operasiyona hilweşandinê roja Sêşemiyê dest pê kir û piştî wê yekê hat ku parlemana Îsraîlê di dawiya sala borî de qanûnek pesend kir ku rê dide av û elektrîka avahiya UNRWA were qutkirin û herwiha desteserkirina milkên vê saziya UNê.

Bertekên UNRWAyê; Êrîşeke nedîtî li ser Neteweyên Yekbûyî

Komîserê giştî yê UNRWAyê Filipe Lazzarini di peyamekê de li ser torên civakî ev kiryar wek êrîşeke bêmînak li dijî Neteweyên Yekbûyî bi nav kir û tekez kir ku navendên rêxistinê li gorî yasayên navdewletî ji parastin û parêzbendiyê ne.

Piştgiriya Brezîlyayê ji bo berdewamkirina çalakiyên UNRWA

Îtamaratî her wiha ragihand ku Brezîlya wek serokê Komîsyona Şêwirmendiyê ya UNRWA berdewam e li ser piştgirîkirina berdewamiya çalakiyên vê ajansê di warê pêşkêşkirina xizmetguzariyên jiyanî bo nêzîkî 6 milyon penaberên filistînî li Zîvala Gaza, Şerîeya Rojava, Urdin, Lubnan û Sûriyê.

Li gorî serokê UNRWA, tesîsên vê ajansê berê jî bûne armanca şewata bi qestî û ev kiryar di çarçoveya "kampanyayeke mezin a dezenformasyonê" ya Îsraîlê de hatine kirin.

Guh nedan biryara Dadgeha Navneteweyî

Ev êrîş di dema ku Dîwana Edaletê ya Navdewletî di Cotmeha sala borî de biryarek derxistibû û tê de tekez kiribû ku Îsraîl mecbûr e "asankariyê bide operasyonên UNRWA" li van deveran û li ser Qudsa Rojhilat ti hiqûqa wê nîne.

.........

dawiya peyamê/

Tags

Brezîlya

Neteweyên Yekbûyî

Quds a Rojhilat

Îsraîl

UNRWA

Your Comment

You are replying to: .
captcha