26 January 2026 - 00:17
Di pêşbirka navneteweyî de ji Karîkaturîst Mîkaîl Çîftçî re diyarîyek taybet hat dayîn

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ûl Beytê(s.x)ABNA- Karîkaturîstê Rehber TV Mîkaîl Çîftçî, di pêşbirka karîkatur a navneteweyî ya bi navê “Terora Onlîne” hat lidarxistin de jê re diyarîyek taybet hat dayîn. Çîftçî, diyarîya xwe di bernameya ku li Tehranê hat tertîpkirin de stand.

Çîftçîyê ku ji bo pêşbirka bi navê “Terora Onlîne” hatibû lidarxistin re karîkaturekî xêz kiribû, diyarîya xwe bi şexsê xwe çû Tehranê û bi destê xwe stand.

Mîkaîl Çîftçî demeke dirêj e li ser meseleyên netewî û navneteweyî karîkaturan xêz dike, bi taybetî jî li ser meseleya Filistînê hûnerê xwe nîşan dide û ji mezlûman re dibe hêvî û dengekî.
 

Your Comment

You are replying to: .
captcha