4 February 2026 - 22:41
Mamoste u karmendên nerazî: Bila mijara miaşê ji rikeberîya sîyasî were dûrxistin

Civata Seranserî ya Mamoste u Karmendên Nerazî ya Herêma Kurdistanê ji parlimanterên kurd ên li Bexdayê dixwaze ku dengê wan bigihîne hikûmet û parlimana Iraqê û ji bo çareserkirina kêşeyên miaşwergirên Herêma Kurdistanê hewl bidin û mijara miaşê wan ji rikberîya sîyasî were dûrxistin u biryarên Dadgeha Federal werin bicihanîn.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Ehlul Bayt (S.X) - ABNA - Civata Seranserî ya Mamoste u Karmendên Nerazî ya Herêma Kurdistanê di daxûyanîya xwe ya îro da herwiha ragihand: Miaşwergirên Herêma Kurdistanê ji ber biryar u sîyasetên şaş ên hikimdarên Herêma Kurdistanê zêde ji 10 salan e ku di rewşeke aborî û darayî ya dijwar da dijîn. Ji ber ku di vê midehê da bi saya ragirtina jordabirina pilleyê wan, miaşê nêzî 60 mehan ê wan ji dest çûye. Herwiha çarenûsa miaşê mehên 11 u 12 yên sala buhurî jî ne dîyar e u miaşê meha yekem a sala 2026ê jî nehatîye dayîn.de tekez kir.

.............

Dawiya peyamê

Herêma Kurdistanê

Your Comment

You are replying to: .
captcha