Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (S.X)-ABNA-Malpera Fox Press ya Erebî eşkere kir ku 16’ê Çileyê keça serokê berê yê Rejîma Şovenîst ya Baasê ya Iraqê hatî rûxandin Rexid Sedam Husên li Şamê li gel Colanî di bin kontrol û çavdêriya Îngilîz û Urdinê de li hev civiyane.
Di civînê de Wezîrê Karê Derve û Serokê Îstixbarata Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Esed Şeybanî û du bazirganên Urdinî, li gel 7 leşkerên rejîma berê ya Baasê amade bûn.
Li gorî agahiyên ji nava civînê hatine belavkirin, Rexid Sedam û Colanî li gorî pilaneke ku ji aliyê Îstixbarata Îngilîzan ve hatî amadekirin, artêşeke bi hezaran ji çeteyên DAIŞ’ê, ‘fedayiyên Sedam’ û çeteyên Sune yên tundraw amade dikin. Wê van çeteyan bişînin Enbarê û li Iraqê şerê Heşda Şehbî û komên nêzîkî Îranê bikin.
Civîn bi navnîşana ‘Saeta sifir’ nêzîkî 2 saetan dom kiriye. Di civînê de nîşaq li ser parvekirina erkan hatiye kirin. Colanî li ser daxwaza Îngilîzan û Urdinê cih û baregehên fermî bidin alîgirên Rexid Sedam partiya Baasê ji bo ku bikarin êrişan bikin.
Li gorî agahiyên hatin belavkirin, di qonaxa yekem de 25 hezar çete wê bên amadekirin. Ev hêz ji bo Enbar û heta digijêje Rojavayê Iraqê û digihêje deşta Mûsilê ku bixin di bin kontrola xwe de. Veguhestina çeteyên DAIŞ’ê ya ji zindanên Sûriye ji bo Iraqê jî girêdayî vê pilanê ye. Ew herêm ji aliyê Amerîka ve ji bo wan çetan hatiye amadekirin.
Vê pilanê tirsek mezin ji bo Iraqê û taybet ji bo Şîayan daye çêkirin. Ji bo wê ketine pey leşker û berpirsên berê yên Rejîma Baasê. Di nava çend rojan de hinek kes û xizmên nêzîkî Sedam binçav kirine. Li aliyê din artêşa Iraqê û Heşda Şebî di nava amadekariyê de ne.
Serokê Partiya Rizgariya Netewî ya li Sûriye Mihemed Muwalîd civîna li Şamê piştrast kir û got: “Rexid Sedam piştî civînê li gel Colanî ya li Şamê, bi şandeya Îsraîlê re jî civiyane.”
Ev pîlan ji bo çiye?
Îngilîz niha hewl didin hevsengiya hêzê û dizayna li herêmê di warê jeopolîtîkî de bide guherîn. Bi zindîkirina Baasî û çeteyên DAIŞ’ê re, li Iraqê rê li ber şereke navxwe ya bi xwîn vedike; ji bo bidawîkirina desthilata Îranê û kêmkirina komên çete yên ser bi wê ve. Projeya Hîlala Şîa û dest danîna ser Parêzgeha Enbarê ku sînorê wê bi sê dewletan ve girêdayî ye. Bi vê yekê destê Îranê ya bi Deryaya Navîn ve bi temamî qût dike.
Xeteriya vê pilanê ya li ser Kudan çiye?
Xeteriyeke mezin ya vê pilanê li ser gelê Kurd jî heye. Vegera van hêzan tê wateya rewşa sala 2014’an. Xeteriyeke raste rast û cidî li ser Şengalê çêdike. Li aliyê din şaneyên razayî yên çeteyên DAIŞ’ê yên li Bêcî û Kerkûkê jî wê zindî bibin. Kerkûkê dikeve bin gefa êrişan. Beşek ya vê pilanê jî guherîna demografiyê ye. Bi vê yekê re Kurdên li Kerkûk, Mexmûr û Xurmatû û herêmên bi nakok dikevin bi xeteriyeke mezin ya êriş û qirkirinê.
Li gorî nêrîna çavdêran, eger pêşiya vê pilanê neyê girtin û amadekariyên pêwîst yên ji bo pêşîgirtina wê neyên kirin; wê di siberojê de bibe sedema hilweşandina hikûmraniya li Iraq û Herêma Kurdistanê.
…………….
Dawiya Peym./
10 February 2026 - 23:52
News ID: 1780125
NAVENDA NÛÇEYAN Civîneke veşartî ya keça Sedam Rexid Sedam Huseyîn û Mihemed Colanî li Şamê perde li ser pilana xeternak ya îstixbarata Îngilîzan û Urdinê rakir. Bi armanca zindîkirina Baasê û çeteyên DAIŞ’ê, veguhestina wan ya nava xaka Iraqê vê yekê jî Iraqê ber bi rijandina xwîneke navxweyî vedike. Xeteriyê dixe ser Şengal, Kerkûk û Herêmên bi nakok.
Your Comment