11 February 2026 - 00:16
Bernameyên roja nehan a Dehika Fecrê li parêzgeha Kurdistanê

Di Dehika Fecrê ango dehika salvegera serketina Şoreşa Îslamî da, li parêzgeha Kurdistanê bi merasimên curbicur sûdwergirtina ji projên avedankirin, xizmetguzarî u nehîştina hejarî û bêparîyê hevdem digel bernameyên taybet bi rêzgirtina li salvegera serketina Şoreşa Îslamî dest pê bû.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (S.X)-ABNA-Îro li şarê Sinê bi boneya salvegera 47an a serketina Şoreşa Îslamî bernama taybet a Cejna Şoreşê bi beşdarbûna xwendekar û mamosteyên zanîngehên parêzgeha Kurdistanê, li vê zannîgehê hat lidarxistin. Di vê merasimê da rêz li xwendekar, mamoste u karmendên nimûne hat girtin u destxweşî li wan hat kirin.
 
General Îlahî Fermandeyê Hêza Berevanê Ewlehîya Bajêr yê parêzgeha Kurdistanê ro li Sinê bi çîn u qatên curbicur ên welatîyan ra hevdîtin pêk anî û pirsgirêkên wan ên di vî warî da şopand.
Di roja nehan a Dehika Fecrê da, sûdwergirtina ji 10 projeyên telekom, şebekeya ceryanê ya gundê Koxanê, çêtirkirina rewşa şebekeya ceryanê ya deverên curbicur ên şarê Baneyê û projên avedankirina gundan û xweşkirin u qîrkirina rê u kolanên 29 gundên nahîya Nemşîr a vî şarî bi bûceya bayê 34 milyard tûmenî dest pê bû.
 Li şarê Babarşanî ser bi Bîcarê jî sûdwergirtina ji proja avedankirinê ya binesazî, qîrkirin, danîna kanala avê û avakirina Meydana Kolana Karaferîn, Parka Zarokan û raberkirina alavên nû yên Şaredarîyê û Dayra Vemirandina Êgir û Monomênta Şehîdên Bênavunîşan dest pê bû.
Sûdwergirtina ji proja xweşkirina rê u qîrkirina rêya gundê Çêşme-Adînê û proja pêşxistina gundan li gundê Zeynel ê nahîya Çeng- Elmasê ser bi Bîcarê jî îro dest pê bû. 
Li Dîwandereyê jî îro sûdwergirtina ji 43 projeyên avedankirinê bi xerckirina kirêdîya 94 milyard tûmenî dest pê bû.
 Li Kamêranê jî bi boneya Dehika Salvegera Serketina Şoreşa Îslamî 50 parçe erd raberî 150 daxwazkerên Plana Tevgera Netewî ya Avahîsazîyê hatin kirin.
Niştecîyên Qurwê jî îro bûn şehedê destpêbûna sûdwergirtina ji çend projên avedankirinê ji wan proja xweşkirina rê u qîrkirina kolanên gundê Dîvzendê û maşîneke vekolana erdan(Hefare) raberî Dayra Rêvebirîya Gund hat kirin. Herwiha sûdwergirtina ji proja çandina kuvarkan li gundê Pîr- Babaelî ser bi vî şarî dest pê bû.
Îro herwiha sûdwergirtina ji proja xurtkirina santrala ceryanê ya gundên Ramol, Miradava, Elîabad- Muşîr, Nîyaz û Eslimerz ser bi bajarê Dêhgulanê bi boneya Dehika Salvegera Serketina Şoreşa Islamî dest pê bû. 
…………….
Dawiya Peyam./

Your Comment

You are replying to: .
captcha