12 February 2026 - 12:07
Sekreterê Giştî yê Meclisa Yekîtiya Misilmanên Pakistanê:Ruhê şoreşa Îslamî ji Kerbelayê zindî ye

Sekreterê Giştî yê Meclîsa Wehdetê Muslîmînê Pakistanê diyar kir ku: Rûha Şoreşa Îslamî ji Kerbelayê zindî ye û ji ber vê yekê hêzên şeytanî yên cîhanê, bi taybetî Şeytanê Mezin Amerîka û rejîma Siyonîst, tevî hemû plan û komployan, di astengkirina pêşketina Şoreşa Îslamî de têk çûn û bi şerm û zilletê mayîn.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a gor rapora Ajansa Nûçeyan a Ehlê-Beytê (s.x)–ABNA –Hocetulîslam wel-Muslimîn Seyîd Hesen Zefer Neqewî, Sekreterê Giştî yê Meclîsa Wehdetê Muslîmînê Pakistanê, bi pîrozbahîya salvegera Şoreşa Îslamî ya Îranê ji bo mustez‘efanê cîhanê got: Zarokên Îmam Xumeynî (ra) di bin rêbertiya Rêberê Mezin Ayetullah Seyîd Elî Xameneyî de, bûne nîşaneya berxwedan û sebatê.

Wî zêde kir: Îslam ji hemû mazlûmanê cîhanê re ragihand ku li hember nîzamên zalim rawestin. Îro cîhan vê rastiyê qebûl dike ku Şoreşa Îslamî ya Îranê, ji netewan û ummetên bindest re hêz û hêviyek nû daye.

Neqewî diyar kir: Rûha Şoreşa Îslamî ji Kerbelayê zindî ye û ji ber vê yekê hêzên şeytanî yên cîhanê, bi taybetî Şeytanê Mezin Amerîka û rejîma Siyonîst, tevî hemû komplo û planan, di astengkirina pêşketina Şoreşa Îslamî de têk çûn û bi zilletê mayîn.

Wî di dawiyê de te’kîd kir: Bi xwastina Xwedê (inşallah), Şoreşa Îslamî li asta cîhanî dê bi Şoreşa Hêzretê Mehdî (Xweda li zuhora wî lez bike) ve were girêdan û hikûmeta mazlûman li cîhanê were damezrandin û soza Xwedê bê cih.

Dawiya peyamê /

Etîket:

Pakistan

Şoreşa Îslamî ya Îranê

Îran

Kerbela

Your Comment

You are replying to: .
captcha