14 February 2026 - 11:33
Encamên lêkolînek nû:Misilmanên Brîtanî li welatê xwe xerîb in!

Encamên lêkolîneke mezin a bi sernavê "Qeyrana Xwedîderketinê" li Brîtanyayê nîşan dide ku nîvê misilmanên Brîtanî hest bi welatê xwe nakin.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (S.X) – ABNA - Encama lêkolîneke berfireh li Brîtanyayê (Ingilîstan) nîşan dide ku tenê 51.9% ji misilmanên vê welatî xwe wekî endamên civaka Brîtanî hîs dikin; ev rêjeyek e ku li gorî sala 2016-an, daketineke berbiçav nîşan dide. Di wê salê de, li gorî anketeke saziya “Ipsos MORI”, 93% ji misilmanan rewşeke cuda û erênîtir li ser hesta hebûna xwe ragihandibûn.

Ev lêkolîn ji aliyê saziya “Muslim Census” bi hevkariya rêxistina “Islamic Relief UK” û “National Zakat Foundation” ve hatiye kirin û yek ji mezintirîn lêkolînên civakî-aborî yên li ser misilmanên Brîtanî tê hesibandin. Encama vê raporê bi navê “Kriza Hevbînkirinê” wêneyeke xemgîn ji rewşa derûnî, civakî û aborî ya misilmanên vê welatî radixe pêş çavan.

Zêdebûna Îslamofobiyê)jiÎslame tirsandin)  û Hestiya Biyaniyê

Li gorî raporê, gelek ji beşdaran civaka Brîtanî bi awayekî zêde dijminane pênase kirine û medya, edebiyata siyasî û mezinbûna tevgerên rastgir ên tundrew wekî sedemên sereke yên hestiya dûrxistinê û neewlehiyê destnîşan kirine.

Yek ji beşdaran wiha gotiye: “Pênc nifşên malbata min li vê welatî jiyane, lê ez hîs dikim ku civak ji her demî zêdetir hatiye perçekirin û mixabin rewş wê xirabtir jî bibe.”

Hin bersivdayîner ragihandine ku ew êdî di qada giştî de xwe ewle nabînin û tewra difikirin li ser koçberiyê an jî li ser hebûna “planeke alternatîf” ger rewş xirabtir bibe. Kesekî din destnîşan kiriye: “Li vir ji dayik bûme, lê êdî wekî misilman xwe ewle nabînim û ger mimkun be ez ê derkevim derveyî welêt.”

Zoriyên Jiyanê Li Gel Hawîrdora Dijminane

Anketa ku bi beşdariya 4800 misilmanê Brîtanî hatiye kirin, aliyên girîng ên pirsgirêkên aborî yên vê civakê jî eşkere kirine. Li gorî encaman, 29.4% ji beşdaran di sala borî de ji bo dayîna herî kêm yek ji fatûreyên mala xwe rastî zehmetiyê hatine.

Herwiha, 43% ji wan ji bo dabînkirina lêçûnên jiyanê neçar mane ku deyn bistînin, kartên krediyê bikar bînin an jî ji malbata xwe deyn bigirin. Ji aliyekî din, ji her 12 kesî yek jê ragihandiye ku ji ber pirsgirêkên darayî, biryarên xwe yên xwarinê winda kirine; ev reqem heta ji 6% ji xebatkarên tam-dem jî digire. Di nav misilmanên reşpêxwe yên Afrîkayê de, ji her pênc kesî yek jê di sala borî de ezmûna birçîbûnê ragihandiye.

Li tevî van zextan, tenê 2% ji bersivdayîneran diyar kirine ku di sala borî de serlêdana zekat an jî alîkariyên acil ên xêrxwaziyê kirine û 63% ji wan kesên ku di aloziya darayî de bûne, tevî birçîbûnê jî ji bankên xwarinê sûd negirtine. Rapor tekez dike ku nebûna agahiyê ji piştgiriya heyî û herwiha hestiya nerehetiyê ya ji bo xwestina alîkariyê, astengiyên sereke yên gihîştina van xizmetan bûne.

Tevdana Baweriya Civakî

Dr. Sohail Hanif, Midûrê Rêveber ê Weqfa Zekata Neteweyî, di bersiva van encaman de gotiye: “Ya ku di serjimariya Misilmanên 2026-an de eşkere dibe, hesta hevpar a bêewlehî û lawazbûna baweriyê di navbera civakan de di van salên dawî de ye.”

Wî wiha lê zêde kir: “Ev hest ne tenê ji bo misilmanan e, lê di nav civakên din de jî tê dîtin. Ji nû ve avakirina baweriyê û xurtkirina hesta hebûna misilmanan li Brîtanyayê hewceyî dem û hewldanê ye, lê ji bo afirandina civakeke hêvîdar û yekgirtî pêwîst e.”

Encamên vê lêkolînê di demekê de tên weşandin ku di salên dawî de, pêla Îslamofobiyê, edebiyata siyasî ya dabeşker û mezinbûna tevgerên tundrew li Rojavayê, bi taybetî li Brîtanyayê, fikaran zêde kiriye û niha jî statîstîkên fermî nîşan didin ku vê şikestina civakî kûrtir dibe.

Dawiya peyamê /

Misilmanên Îngilîstanê - Îngilîstan -Îslamofobî li Îngilîstanê لندن-London - Brîtanya -Misilmanên Brîtanî - Îslamofobî li Brîtanyayê -Koçberên Îngilîstanê

Your Comment

You are replying to: .
captcha