Dosiya sûcê destavêtinê ya Epistîn, milyarderê amerîkî, ku navên gelek rayedar û siyasetmedarên cîhanê ji wan Donald Trump serokkomarê Amerîkayê û gelek kesayetên siyasî yên vî welatî û navê rayedarên rejîma Siyonîst û hejmarek welatên navçeyê tê de hatiye her roj berûlayên wê yên nû tên eşkerekirin.
Di yek ji van belgeyan de, Epistîn bi Sultan Ehmed Bin Selîm, bazirganê Îmaratî re, li ber beşek ji perdeya mala Xwedê, Kebeyê ku ser erdê raxistîye, tê dîtin.
Vê wêneyê misilmanên seranserê cîhanê hêrs kiriye.
Belgeyên din ên di dosiya Epistîn de nîşan didin ku wî di sala 2018an de daxwaza nêzîkî 1 hezar û 125 lîtr Acêd Sulfûrîkê kiriye. Asêd Sulfûrîk madeyeke kîmyewî ya bihêz e ku dikare organ û hestiyan bihelîne.
Tê gotin ku ev rêjeya Asêd Sulfûrîk di wê rojê de hatîye xwestin ku FBIyê lêkolînên xwe derbarê desthebûna Epistîn di sûcên cinsî de dest pê kiribû.
Belgeyên di dosiya Epistîn de nîşan didin ku bi sedan zarok ji Tirkiyê bo girava vî sûcdarê destavêtinê hatine şandin û di rojên derbasbûyî de hejmarek berpirsên welatên Ewropî, ji wan Inglîz , Fransa û Norwêj, ji ber têkiliyên bi Epistîn re neçar mane ku îstifa bikin.
Belgeyên vê dosiyê her wiha nîşan didin ku Epistîn beşek ji çavkaniyên darayî yên rejîma Siyonîst jî dabîn kiriye û di vê dosîyê da basa hejmarek berpirsên vê rejîmê ji wan Nêtanyahû û Ayhûd Barak hatîye kirin.
Your Comment