Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlî Beyt (S.X) - ABNA - Kurdpress
Di zêdetirî sed salên borî de, Kurd li hemû xalên qutbûnên jeopolîtîk ên Rojhilata Navîn amade bûne; ji hilweşîna Jibey çûna usmanî heta şerê li dijî Daiş. Lê ev amadebûn bi piranî wekî “hêzeke meydanî” hat pênasekirin û kêm caran bûye sedema domandina statuyek siyasî ya aram û mayînde. Niha, di şert û mercên ku Dewleta yekatîyaAmrîka li Sûriyê rola xwe ji nû ve pênase dike, Turkiye li pey modela nû ya ragihandina pirsgirêka Kurd e û hevsengiya herêmî diguherin, ev pirs dîsa tê rakirin: Stratejiya paşerojê ya Kurdan çi ye? Piştgiriya hêzên derveyî an jî ji nû ve pênasekirina têkiliyê bi dewletên navendî re?
Di şert û mercên ku guhertinên Rojhilata Navîn dîsa hevsengiya hêzê diguherînin û tecrûbeya “Rojava” bûye yek ji nimûneyên herî nû yên veguhertina hevsengiyên herêmî, nîqaşa li ser stratejiya paşerojê ya Kurdan herî zêde girîng bûye. Emîr Mam Wali, çavdêrê siyasî û nivîskarê Kurd ji Herêma Kurdistanê, di axaftinekê de bi Kurdpress re, bi vegerandina çavê xwe li ser tecrûbeyên dîrokî ji peymana Adara 1975’an heta şerê li dijî DAIŞ û referandûma Herêma Kurdistanê, bawer dike ku modela piştgiriya hêzên derveyî gelek caran bûye sedema dubarebûna çerxeyeke biha û giran ji bo Kurdan; û niha pêşîniya sereke danûstandina siyasî bi dewletên navendî — ji Bexda û Enqere heta Şam û Tehran — e.
Kurdpress:
Derbarê rewşa herêmê û cihê Kurdan di şert û mercên niha yên Rojhilata Navîn de; wekî ku hûn dizanin, Kurd di hemû veguherînên herêmê de amade bûne — ji hilweşîna Împaratoriya Osmanî heta şerê li dijî DAIŞ. Lê ev amadebûn bi piranî demkî bûye û zêdetir wekî hêzeke şerî hatine bikaranîn.
Li gorî vê pêşgotinê, ez dixwazim balê bikişînim ser Kurdistana Sûriyê û tiştên ku niha li wir diqewimin. Kurd li wir bi hêzeke derveyî re danûstandin kirin û paşê hatin terkkirin; bi hêzeke herêmî re jî têkilî çêkirin û paşê di çarçoveya mihwerê ewlehiyê de li hember wan hatin girtin. Pirs ev e: Kurd divê kê wekî hevalbend û şerîkê stratejîk hilbijêrin?
Emîr Mam Wali:
Rewşa ku li “Rojava” pêk hat, ji demê şerê li dijî DAIŞ dest pê kir. Kurdên Rojava ji aliyê Ji DEwleten yekatîya Amrîka ve hatin piştgirîkirin, gelek çek û amûr wergirtin wekî beşek ji koalîsyona dijî DAIŞ, û soz jî ji wan re hatin dayîn ku kantonek serbixwe wekî Herêma Kurdistanê ji wan re were avakirin.
Lê çend sal piştî bidawîbûna şerê DAIŞ, Amerîka bi eşkereyî ragihand ku heta ku hewcedariya wan bi Kurdan heye, wan piştgirî dikin; niha ku şer bi dawî bûye, erkê we jî bi dawî ye.
Ev ne cara yekem e ku hêzeke mezin Kurd terkdike. Heke em vegerin peymana Adara 1975’an, sozên mezin hatin dayîn ku dewleteke Kurdî were damezrandin, lê di danûstandinekê de Amerîka ji Kurdan dest kişand û wan bi tenê hişt.
Di referandûma Herêma Kurdistanê de jî, tevî hevkariya berfireh di şerê DAIŞ de, Amerîka helwestek hêja nîşan nedan. Di encamê de beşek mezin ji axa ku di destê Herêmê de bû, ji dest çû û Amerîka tenê temaşe kir.
Niha jî li Rojava dîsa em dibînin ku Amerîka Kurd terkdike. Dibe ku ji nêrîna wan heta ku berjewendiyên wan hebe heval in, lê ev awayekî ne-axlaqî ye ku hêzeke siyasî heta ku kar tê bikaranîn û paşê radestî dijminên wê tê kirin.
Kurdpress:
Ev siyaseta Amerîka li ser bingehê berjewendiyê ye. Ger kesî wisa ne bifikire, analîzeke rast a siyasî nake. Hûn vê nêrînê rast dibînin?
Emîr Mam Wali:
Di siyasêtê de ne gengaz e ku hemû pîvanên exlaqî bên avêtin aliyekê û tenê pîvana madî were girtin; ev ne-axlaqî ye. Lê bi heman awayî ku em dikarin li ser ne-axlaqiya Amerîka biaxivin, heman qas jî divê li ser lawaziya hesabkirina siyasî di nav rêberên Kurd de biaxivin.
Di çanda Kurdî de gotineke heye: “Mirov du caran ji heman qulika marê nayê girtin.” Lê Kurd gelek caran ji heman qulê hatine girtin.
Kurdpress:
Wê demê, Kurd divê çi bikin?
Emîr Mam Wali:
Pêşî hemû tiştî, yekîtiya navxweyî girîng e. Lê di vê qonaxê de ya herî girîng ev e ku, mînakî, Kurdên Herêma Kurdistanê bi Bexda re danûstandin bikin, ne ku bibin beşek ji nakokiya siyasî ya welatekî din li dijî Bexda.
Li Turkiye jî niha Abdullah Ocalan biryarekî dîrokî girtî û daxwaza danûstandin û beşdarbûna siyasî kirîye. Li Rojava jî çêtir e ku bi Şam re bigihîjin lihevkirinê.
Di derbarê Kurdên Îran de jî heman tişt rast e. Çêtir e ku bi hukûmeta siyasî ya li Tehranê re bigihîjin lihevkirinê. Ev ne teslîmbûn e; ev beşdarbûna rastîn e.
Heke mînakê p.k.k li ber Turkiye ji şerê çekdar ber bi rêya siyasî ve here, ev nîşan dide ku veguherîn gengaz e. Ev tenê hewceyê biryareke wêrekî ye.
Di dawiyê de, peyama min ev e: Kurd divê ne bibe amûra destê kesên din. Çêtir e ku bi dewletên xwe re bigihîjin lihevkirinê, ne ku hêzên derveyî ji wan bikar bînin û paşê wan terkbikin.
..............
Dawiya Peyam
Your Comment