22 February 2026 - 23:09
Xwendekarên îranî dijî zorbêjîya welatên rojavayî û ajaweyê li zanîngehan rabûn

Xwendekarên zanîngehên curbicur ên Îranê bi kombûnên nerazîbûnê, tevî şermezarkirina destwerdanên Amerîkayê u komployên Rejîma Sîyonîst û paşmayîyên piştgirê Pehlewî, pêgirî ser parastina cîgeha zanîngehê wek warê zanist, pêşketin u perwerdekirina kesên şareza kirin

Ligorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x)–ABNA— Îro zanîngehên curbicur ên Îranê qada pirrcoş a amadebûna wan xwendekarana bûn ku ji bo nerazîbûna himber komployên vê dawîyê yên Amerîkayê, Rejîma Sîyonîst u bermayîyên piştgirê Pehlewî li zanîngehan, rabibûn. Wan tevî nîşandayîna bêzarbûna xwe ji sîyasetên bi kîn ên Amerîkayê u Rejîma Sîyonîst tekezî ser berevanîya ji nirxên Komara Islamî ya Îranê kirin.
Xwendekarên zanîngehên curbicur ji wan ên Zanîngeha Têhran, Şehîd Bêhêştî, Zanîngeha Pîşesaziyê ya Xacê Nesîredînê Tûsî u Zannîgeha Pîşesaziyê ya Şerîfê bi durişmên dijî zorbêjên cîhanê, pêgirî ser pêwîstîya parastina ewlehî u rêza zanîngehan u piştgirîya ji armanc u dozên Şoreşa Isalmî kirin. 
 

Your Comment

You are replying to: .
captcha