23 February 2026 - 18:01
Efganistan ji bo jinan bûye cehenem!

TEMENÎ SERUÎ Piştî Tebaxa 2021’an Talîban vegeriya li ser desthilatê û şûnde Efganistan bû yek ji navendên herî zêde mafê jinan lê tê binpêkirin û ji civakê tê qûtkirin. Jin hatin girtina nava çar dîwaran.

Ligorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x)–ABNA— Li gorî daneyên sala 2025’an ya Neteweyên Yekbûyî, li Efganistanê nêzîkî 23-24 milyon kes pêwîstî bi alîkariyên mirovî hene. Ji vê rêjeyê herî zêde jinên ciwan û jin pêwîstî bi alîkariyê hene. Ev pêwîstî ne tine pêwîstiyên hejarî belkû sînordarkirinên ji bo wan hatine danîn jî li xwe digirin.

Nêzî 4 sale qedexeya xwendinê ji bo zarokên keç piştî xwendina 6 salan hatiye destpêkirin û ev yek bi vekirî rastiya li herêmê radixe ber çavan. Li gorî daneyên sal 2025’an 2,2 milyon jinên ciwan li qonaxa navendî ya xwendinê de mayîne. Li aliyê din pêşiya bi hezaran xwendevanî hatiye girtin ku zanîngehan nexwînin. Ji sala 2022’an ve zanîngeh li ser wan hatiye qedexekirin. Ev tenê ne kirîzeke ya xwendinê ye heman deme bûye kirîzeke ya nifşên nû hemûyê.

Li gorî nirxandineke bankeke navneteweyî dûrxistina bê navber ya zarokên keç ji xwendinê dibe sedemê ziyan gihiştina bi milyonan dolar berhemên navxwe. Li aliyê din dibe sedemê rêjeya nexwendinê di asteke zêde ya di nava jinan de jî. Ev dibe sedemê guherîna bi zorê ya di çandê de ku jinan weke gefê dibînin.

Beriya sala 2021’an rêjeya jinan ya tevlîbûna kar sînordar bû, mixabin her ku çû ev rêje hate zêdekirin. Li gorî raporên dawî rêjeya tevlîbûna jinan ya li karê hikûmî de ji sedî 24’an derbas nake.

Dûrxistina jinan ji karên hikûmî û saziyan, karê hewarî yên nava civakê ne tenê bandor li ser jinan belkû bandor li jihevketina gelek sazî û karan ku piranî jin têde kar dikir, xistiye. Sînordarkirina jinan ya di karên mirovî de bi rengekî ber bi çav tê dîtin. Ev yek bi taybet di qada tenduristî û xurak de pir tê dîtin.

Di sala 2026’an de pisporên pêşketinên pêşbîn diyar dikin ku girêdanbûna jinan ya bi aboriya ne fermî û karê malê yê bê mûçe wê zêdetir bibin. Ev yek jî dibe sedem ku di nava civakê de bibe weke çandekê.

Li gorî raporên NY’yê rêjeya ji sedî 85’ê malên Efganistanî di jêr hejariyê de yan jî li ber hejariyê ne. Malbatên ku jin serweriya wê dike, piştî van qedexeyan li ber tinebûnê ne û tine dibin. Ev yek jî dibe sedem ku jin mihtacî alîkarî û destê wan li ber xizm û nasên wan be.

Di vê çarçoveyê de zewaca di temenê zarokatiyê de bûye rêya xilasbûn û aboriyê. Ev yek di nava hejaran û kesên hejar de zêdetir bûye. Jina ji xwendinê hate kirin, tê zewicandin. Serxwebûna wê ji destê tê girtin. Ev yek nifş bi nifş zêdetir dibe.

Kerta tenduristî di nava bêdengiyê de roj bi roj xirabtir dibe. Sînordarkirina jinan ya di warê tenduristiyê de, tê wateya kêmbûna doxtor û endamên tenduristiyê. Jin pêwîstî bi doxtor û endamên tenduristî yên jinan heye. Rêxistinên navneteweyî hişyarî didin ku rewş wiha dewam bike, wê salên bê rêjeya mirina dayîkan zêdetir bibe.

Krîzên tenduristî rê li ber nexweşiyên derûnî ya li nava jinan zêdetir kiriye. Xizmetên piştgirîkirina derûnî ya ji bo jinan jî sînordarin. Sînordarkirin û sînordarkirina vê xizmetê jî kiriye ku krîzên jinan kûrtir bibin.

Tê pêşbînîkirin rewş wiha dewam bike, di warê tenduristî de wê di peydakirina karmendên jin de krîzeke mezin peyda bibe.

Rewşa jinan di warê siyasî de

Berî sala 2021’ê rêjeya jinan ya di parlamentoyê de ji sedî 27 bû. Niha di asteke ya biryardariyê de cihê ti jinê nîne. Ev yek jî nîşan dide ku jin bi temamî ji siyasetê tê dûrxistin. Nebûna denge jinan ya di saziyan de tê wateya nebûna mekanîzmeyeke navxwe ya siyasî ji bo mafê jinan biparêzin.

Li gorî raporên cîhan jî sala 2024 heta 2026’an li Efganistanê di warê parastina mafê jinan de ti guherînek pêk nehatiye û ji sedî 78’ê jinan herî kêm yek ji sê mafên wan tên binpêkirin.

Ya niha li Efganistanê rû dide, ne tenê kirîzeke; heman deme projeyeke ya dirêje ku jinan ji karên giştî, civakî dûr bixin.

………..

Dawiya Peyam/

Your Comment

You are replying to: .
captcha