24 February 2026 - 00:16
Ji sedî 75`ê zarokên efxan bi kêmasiya xwarinê re rûbirû bûne

Bernameya Cîhanî ya Xwarinê ragihand ku ji sedî 75`ê zarokên efxan bi kêmasiya xwarinê re rûbirûbû ne.

Ligorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x)–ABNA—Bernameya Cîhanî ya Xwarinê hişyarî da ku Efxanistan bi qeyrana giran a kêmxwarina zarokan re rû bi rû ye û kêmkirina alîkariya navneteweyî bûye sedem bi mîlyonan zarok û malbatên wan bê xwarin û derman bimînin. Bernameya Cîhanî ya xwarinê ragihand ku niha vê gavê zêdetirî 4 milyon zarok li Efxanistanê  bi kêmxwariniyê re rûbi rû mane û ji her 4 zarokan 3 zarok ji ber sînordarkirinên budceyê ji  wergirtina alîkariyê bêpar in.

Your Comment

You are replying to: .
captcha