24 February 2026 - 23:25
Iraq- Çarçoveya Hevahengiyê daxwaza yekalîkirina mesela serokkomartiyê kir

Çarçoveya Hevahengiya Şîeyên Iraqê bang li partiyên kurd kir ku bila bi lez mesela hilbijartina serokkomartiya vî welatî yekalî bikin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlul Beyt (s.x)- ABNA- Çarçoveya Hevahengiya Şîeyên Iraqê di daxûyaniyekê de bal kişand ser hewldana jibo yekrêzî û yekdengiya Çarçoveya Hevahengiyê û ew yeka di çarçoveya emekdariya bo pêbaweriya dubare ya beşdarên hilbijartinan nirxand. Çarçoveya Hevahengiya Şîeyên Iraqê her wiha bang li PDK û YNK kir ku jibo parastina berpirsiyarên neteweyî li Iraqê bila bi lez mijara hilbijartina serokkomartiyê yekalî bikin.

Your Comment

You are replying to: .
captcha