Wezareta Karên Hundur a hikûmeta demkî ya Colanî HSD bi vê yekê tawanbar kiribû ku bi vekişîna ji Kempa Holê bûye sebeba revîna malbatên dais`î ji vê kempê,Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul-Beytê ((S.X) - ABNA - HSD jî di daxûyanîyekê da ev yeka ret kir u Şam xwe bi têkçûna ewlehîya Kempa Holê û hevkarîya aşkira di revîna malbatên hanê da tawanbar kir û dîyar kir ku hêzên xwe bi neçarî jibo girtina pêşîya şerê giran vekişandîye.
HSD dîyar kir ku hemî belge; deng u dîmenên çawanîya hevkarîya hêzên hikûmeta demkî ya Colanî bi malbatên çekdarên DAIŞ`ê li Kempa Holê ra ber destan in û ragihand ku hikûmeta demkî ya Colanî bi daxûyanîyên rêwendaker ên medyayî nikare rastîyan veşêre û Şamê dil heye bala raya giştî ser têkçûnên emnî u rêveberîya xwe li Kempa Holê bixalifîne.
Your Comment