Ligorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x)–ABNA— Rajîma Îsraîla siyonîst piştî ku bi sedema berxwedana qehremanane ya li hemberî êrişa dijminê Emerîka-Siyonîst, meşhûrbûna Komara Îslamî ya Îranê di nav misilmanên navçê û cîhana islamê de bi awayekî berçav zêde bû, biryar da ku taktîka "ala derewîn" bikar bîne. Di vê çarçoveyê de hate diyarkirin ku wî plan kiriye ku di şeva Cejna Qudsê de bi balafirên bê mirov an jî mûşekan êrîşek li ser Mescida Eqsayê pêk bînin û berpirsyariya êrîşê xistiye stûyê Îranê û Eniya Berxwedanê.
Di vê derbarê de hat ragihandin ku Rejîma Siyonîst ji duh ve gav bi gav dest bi valakirina cihûyên ku li deverên derdora Mescida Eqsayê dijîn kir.
Rayedarekî haydar ji Wezareta Îtilaatê ragihand ku ev komploya qirêj a tîma Netanyahu derketiye holê û got: Rejîma Siyonîst hêvî dike ku bi cîbicîkirina vê plana xerab Ereb û Mislimanan li dijî Komara Îslamî ya Îranê derxîne.
Rayedarê navborî her wiha diyar kir ku divê hemû misilman û mirovên azad ên cîhanê li hember vê cinayeta ku ev rejîma cinayetkar dikare bike, hişyariya pêwîst bidin Rejîma sexte ya Siyonîst û piştgirên wê yên rojavayî.
………..
Dawiya Peyam./
Your Comment