Li gorî rapora Ajansa Navnetewî ya Ehlê Beytê (S.X) - ABNA – Wezareta Tenduristiyê ya Rejîma Siyonîst, îro di raporekê de bêyî ku behsa hejmara rastîn a kuştiyên siyonîstan bike, îdia kir ku ji destpêka şerê li dijî Îranê heta niha 2 hezar û 745 rûniştvanên siyonîst hatine dermankirin û 85 ji wan hê jî tên dermankirin.
Wezaretê destnîşan kir ku di nava 24 saetên dawî de 179 siyonîst hatin dermankirin.
Îro jêderên nûçeyan behsa aktîvkirina sîrenên hişyariyê li Tilavîv û Qudsê yên dagîrkirî kirin.
Eniya navxweyî ya Rejîma Siyonîst ragihand ku sîrenên hişyariyê li Tilavîvê û navçên siyonîstî li Qudsa dagirbûyî piştî dîtina mûşekên Îranê hatin aktîfkirin.
.............
Dawiya peyamê/
Îsraîl
Êrîşên mûşekî yên Îranê.
Your Comment