Li gorî ragihandina Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beyt (s.x.) – ABNA –Hizbullahê Libnanê di daxuyaniyekê de ragihand ku 4 tank û 2 gerîdeyên zîrê yên Îsraîlî ji aliyê şervanên Berxwedana Îslamî ve hatin wêrankirin(tekbirin).
Hizbullahê Libnanê ragihand ku di çarçoveya parastina Libnanê û gelê wê de, şervanên Berxwedana Îslamî di dema têkiliyê bi leşkerekî Siyonîst re ku dixwest ji aliyê gundê "Teybe" ve ber bi herêma "Xezan" a ku li gundê "Qentire" ye, pêş ve here, gelek armancên leşkerî wêran kirine.
Li gorî vê daxuyaniyê, şervanên Hizbullahê di saeta 5:30ê de ketine têkiliyeke rasterast bi vê yekîneya Îsraîlî re û karîbûne 4 tank û 2 gerîdeyên zîrê yên artêşa Siyonîst wêran bikin.
Ji aliyê din ve, Hizbullahê Libnanê ragihand ku di çarçoveya bersivdana binpêkirina peymana agirbestê û dagirkeriyên dubare yên li gund û bajarên başûr ji aliyê dijminê Siyonîst ve û herwiha di parastina welatê Libnanê û gelê wê de, şervanên Berxwedana Îslamî ji saeta 8:20ê ya îro (pêncşem) ve gundên "Kermîel" û "Bekîeîn" kirine hedefa êrîşa moşekan.
Hizbullahê Libnanê di daxuyaniyekê din de ragihand ku şervanên Berxwedana Îslamî di saeta 8:45ê ya îro (pêncşem) de gundên "Kiryat Şemona", "Kefar Giladî", "Misgaf Am" û "Margeliyot" kirine hedefa barana moşekan.
Ji aliyê din ve, Eniya Navxweyî ya Rejîma Siyonîst ji dengkirina sîrenên xeterê li gundê "Kiryat Şemona" û derdorên wê yên li herêma "Celîlê" piştî êrîşa moşekan ji aliyê Libnanê ve ragihand.
Eniya Navxweyî ya Rejîma Siyonîst herwiha ragihand ku sîrenên hişyariyê li "Ras Naqûre" û "Şelomî" li "Celîlê Rojava" piştî tespîtkirina ketina balafireke bêmirov ji aliyê Libnanê ve, hatine çalakkirin.
Artêşa Rejîma Siyonîst ji birîndarbûna pênc leşkerên Îsraîlî di dema têkiliyên li başûrê Libnanê de ragihand.
Di heman mijarê de, medyayên Libnanî ji êrîşa Rejîma Siyonîst a li herêma di navbera gundên "Kefra" û "Harîs" a li navçeya "Bint Cebîl" a li başûrê Libnanê de ragihand.
Rejîma Siyonîst herwiha taxa "Rahibat" li "Nebetiyê" ya li başûrê Libnanê kir hedef.
......................................
Dawiya peyamê /
Your Comment